Di çalakiya mertalên zindî de çinarek 70 salî

11:31

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Nobeta mertalên zindî ya di 21'ê Îlonê de li Çiyayê Cudî hatî despêkirin hîna berdewam dike. Di nava çalakiya mertalên zindî de Dayîka Şemiyê Şêrîn a 70 salî jî heye. Dayîka Şêrîn diyar kir ku ew ji bo nobetê li hestiyên zarokên xwe bigirin hatine ber goristanê û wiha got: "Ez 70 salî me evqas ji destê min tê. Xwezî qeweta min bigihiştina ez tu car ji van çiyayan nedihatim xwarê.”

Nobeta ku di 21'ê Îlonê de li goristana Çiyayê Cudî hatî despêkirin berdewam dike. Nobet bi aweyekî dorveger dewam dike û ji navenda Şirnex û navçeyên wê gelek kes tevlî nobeta Şehîdgeha “Ş. Cuma û Ş. Binevş” dibin. Di nava kesên ku nobetê digrin de jin, ciwan û kesên temenê wan mezin jî hene. Yek ji wan jî Dayîka Şemiyê Şêrîn ya ku tevî temenê xwe yê 70 salî jî beşdarî nava çalakiya mertalê zindî bûye ye. Dayîka Şêrîn her roj diçe nava goristanê li ser goran fatîhayan dixwîne. Dayîka Şêrîn ya ji Hezexê hatiye, tevlî çalakiyê bûye, bi hêza berxwedanê ya ji tecrubeyên xwe yên salên demdirêj girtiye li lutkeya çiyan di nobetê dene.

Dayîka Şêrîn da zanîne ku 3 zarokên wê di nava şerê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane. Dayîka Şêrîn destnîşan kir ku 2 kurê wê di nava faîlên kiriyar nediyar de winda bûne û kurek wê jî dema li Çiyayê Bagokê gerîlabûye di şerekê de şehîd ketiye û di şehîdgeha Bagokê de ye. Dayîka Şêrîn anî ziman ku dema şehîdgeh tên bimbaran kirin agir bi kezaba wê dikeve û wiha behsa êşe dilê xwe dike: "Kurekî min Îbarahîm, 9 caran wî birin îskence kirin. Lesker ketin gûndê me û 6 sala mektaba me işkal kirin. Piştî 6 salan van eskeran bi işkenceyek pis Îbarahîm kuştin. Îbarahîm xwediyê 8 zarokan bû wî li ser rêya Hezexê kuştin û wî birin avêt şikeftekê. Kurê min Xiyasedîn di 21'ê Adara sala 1998'an de li ser rêya Nisêbînê û Cizîrê di maşîna wî de şewitandin. Di sala 1993’an de li Çiyayê Bagokê Nihatê min jî şehît ket.”

‘Emê Şehîdgeha xwe bi parêzin’

Dayika Şêrîn dibêje; “Dewleta ku neyartiyê bi miriya re bike emê çibikin jê.” Dayika Şêrîn diyar bilêv kir ku ew bi armanca ku goristanê bi parêzin hatine nobetê digirin ew naxwazin ne xwîna gerîla ne xwîna leşkera birje û ev tişt anî ziman: "Em ji bo axa xwe ji bo xwîna zarokê xwe, ji bo zilm û zora li ser xwe di çalakiyan denin. Ji bo aşîtî û xweşiyek têkeve dinyayê û ev dijmin bela xwe ji me veke em di nobetê denin. Ji bo ku kezaba tu dayikên dinê neşewite çî ji destê me bê emê bikin.” Şêrîn got ku kîjan şehîdgeh bên bomberan kirin dilê wê dişewite û wiha pêde çu: "Agir bavêjin kîjan şehîdlikê weke ku bavêjin kezaba min, ew wiha dişewitim. Ew zarok zarokên minin, zarokên van dayîkên li kêleka mini ma zarokê kîne?”

‘Ez 70 salî me ev ji destê min tê xwezî ez ciwan bûma ji van çiyayan nedihatim xwarê’

Dayîka Şêrîn bilêv kir ku ew 70 salî ye û ev çalakî ji destê wê tê lê eger ciwanbûna û karibûna ji serê van çiyayan nedihat xwarê û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Ev der Çiyayê Kurdistanê ye warê bav û kalê me ye ka ji vê derê xweştir cihek din heye. Warê xelkê ji meriv re nabe war.”

(ma/zt)