Li zozanên Xanê jiyan hevbeş a mertalên zindî
09:20
JINHA
COLEMÊRG - Li zozanên Xanê yên Çelê 47 rojin bi pêşengiya jinan çalakiya mertalên zindî berdewam dike. Di çalakiyê de hemû ked, pêdivî û kêliyên jiyanê tên parkirin.
Li zozanên Xanê yên navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiya mertalên zindî di roja 47'an de bi pêşengiya jinan berdewam dike. Çalakiya meralên zindiya ku bi jiyanek komunal berdewam dike her diçe beşdarbûn jî zêde dibe. Ji serê sibê heya êvarî hemû jiyana mertalên zindî bi hevparî berdewam dike. Ji pak kirina cihê xwe heya amadekirina xwarina xwe hemû karî bi hevbeşî dikin. Jinên beşdarî çalakiyê bûne diyar kirin ku wan mal û zarokên xwe hêlane û ji bo mirin çênebin canê xwe kirine mertal. Jinan bilêv kirin ku her roj çiyayên li derdora wan tên bombebarankirin, lê cardin jî li hember hemû êrîşan ew çalakiya xwe berdewam dikin.
Jinan destnîşan kirin ku ew şer naxwazin ji bo wê li wan zozanan di çalakiyan denin û bang li hemû dayîkan kirin ku ji bo xwedîderketina li zarokên xwe berê xwe bidin qadên berxwedanê.
(zyd/zt)