Serkeftina Ayşe a li dijî kevneşopî civakî

09:42

Duygu Erol/ JINHA

ENQERE - Ayşe Altindag a ku pîvanên civakî û malbatî nepejrandiye, di serî de zewac red kiriye piştre jî perwerdeya xwe berdewam kir. Ayşeya ku salên borî nekiriye pirsgirêk û pelek nû di jiyana xwe de vekiriye, xwendekara Zanîngeha Enqerê Beşa Têkiliya Gel û Dananasîn dixwîne.

Ayşe Altindag hîna di temenê xwe ê bi çûk de malbat xwestiye ew bi zorê wek berdêl bide zewcandin. Çîrok û têkoşîna jiyanê a Ayşe dê hêviya jinan bi hêztir bike. Ayşeya ku li gundê Gûrpinar a navçeya Emeç ya Kûtahiyê tevî malbata xwe dijî, dema ku refa pênçemîn dixwand ji aliyê malbatê ve hat asteng kirin. Ayşe li beramberî zordestiya malbat û zewacê bi zorê ya berdêlî derdikeve. Ayşe di temenê xwe ê 24' de, bi mamosteya dibistana seratayî ya gund re hevdîtin dike û biryar dide ku dest bi xwendina xwe ji nûve bike. Ayşe niha temenê wê 30 saliye û xwendekara Zanîngeha Enqerê a Beşa Têkiliya Gel û Dananasînê ye.

Li dijî hemû zordarî zewacê red kir

Ayşe diyar kir ku di temenê xwe ê biçûk de ji ber zordarî û tundiya malbatê ew nekariye xwendina xwe dombike û li hember wan têbikoşe. Ayşe da zanîn ku malbat xwestiye bi edetê berdêlê ew bi zorê bide zewcandin û wiha behsa wê pêvajoyê kir: "Xizmên me ên gund hatin malê me û gotin 'em zarokê xwe bikin berdêl'. Li ser vê yekê malbat dest bi tundiyê li hember min kir. Ger min wê demê li berxwe nedaba wê dayîka min niha bi serketiba. Pêvajoyek 6 meh giran li ser min borî û min têkoşîn kir. Piştî 6 mehan ez neçar mam alîkariya derûnî bigrim. Her min digot 'nabe' ew bi ser min de dihatin. Lê min dev ji têkoşîna xwe berneda, dema ku fêmkirin hêza wan têra min nake dev ji min berdan. Ger min li hember îsrarê wan gotiba 'erê' wê ew bi serketibana. Lê min vê yekê ne pejrand."

Piştî 14'e salan perwerdeya xwe berdewam kir

Piştî ku malbat biryarê Ayşe dipejrîne, Ayşe bi mamosteyê dibistanê seratayî a ku hatiye gund hevdîtin dike. Ayşe destnîşan kir ku piştî naskirina mamosteyê seretayî jiyanê wê hatiye guhertin û wiha got: "Dema ku min bi mamoste ra nîqaş dikir ji min re got 'tu dikarî cardin bixwînî'. Li ser vê yekê min biryar da ku ez dest bi xwendina xwe bikim. Tevî mamoste em çûn û min qeyda xwe kir. Diya min êdî xwe îqna kiribû ku ez ê nezewicim û nêrînê bavê min jî guhert. Her çiqas bavê min vê biryara min nepejrandibe jî piştî 14'e salan min dest bi xwendina xwe kir. Piştî dibistana navîn min amedehî xwend. Piştî amedehî bi keda xwe min amedekariya ezmûnên zanîngehê kir."

Ayşe niha xwendekara zanîngehê ye...

Ayşe piştî ezmûnên zanîngehê, Beşa Fekûlteya Danûstan, Têkiliya Gel û Dananasînê a Zanîngeha Enqerê qezenç dike. Ayşe diyar kir ku ew bi kedê xwe li ser waneyê xebitiye û wiha domkir: "Piştî mirov armanc dane pêşiya xwe dikare hemû astengiyan derbas bike. Her kesî ku têdikoşe dikare serbikeve. Armanca min a despêkê qedandina dibistanê ye. Di pêşerojê de ez ê ji bo jinên ku bi zorê û di temenên biçûk tên zewcandin têkoşîn bikim. Ji bo zarokên bê xwedî tiştê ji destê min tê ez ê bikim. Ez dixwazim bibim dengê wan. Bi xwendinê re dê hîn zêdetir piştgiriya min ji bo mirovan xûrtir bibe."

(rc)