Li Hewraman dema gozan despêkir

09:24

Newroz Dijwar/JINHA

HEWREMAN - Hewramanî bi hatina payîzê re gozên ku berhev kirine li bazarê difroşin û debara xwe dikin.

Welatiyên herêma Hewraman a ser sînorê Îran- Îraqê dijîn bi hatina payîzê re gozên ku gihêştine ji darê berhev dikin û ji bo debara xwe li bazarê difroşin. Gundê Tebela a ku ji 800 mal pêk tê, weke her sal îsal jî goz ji aliyê jin û zarokên gund hatin berhev kirin. Paxşan Mihyedîn diyar kir ku ew gozên ku berhev dikin li bazarê ne bi kîlo bi hêjmar difroşin. Paxşan anî ziman ku ev rêbaz hîn zêdetir bi adelete û wiha got: "Di her gozek de kedê destê me û xuhdanê zarokê me heye. Gozan bi hêjmar firotin ji bo me hîn bi watetire. Dervî şekir û çay hemû pêdiviyên jiyanê em bi xwe pêşwazî dikin. Cil û solên xwe em bi xwe çêdikin. Tenê şekir û çayê me nîne. Kes li vir bê kar nîne, her kes xwedî kareke. Bi hatina payîzê re jin û zarok bi kêfxweşiyek mezin diçin û gozan berhev dikin. Gozên ku em berhev dikin dibin li bazarê difroşin."

'Hikûmet xizmeta herêmê nake'

Paxşan bi lêvkir ku ew jiyanek xwezayî dijîn û destnîşan kir ku hikûmet li herêmê xebat pêk nayîne û wiha domkir: "Ji ber şert û mercên erdîngeriya vir em carnan zehmetî dijîn. Riyên gund gelek xirabe. Ceyrana me her dem nîne. Ji ber ku kaniyên av ên xwezayî heye em pirsgirêkê avê najîn û ji kaniyê av bikar tînin. Em dixwazin ku hikûmet riyê gundê me çêbike."

(rc)