Jinên kedkar derfetê xebatê daxwaz dikin
09:41
Newroz Dijwar/JINHA
HALEPÇE - Jin tenê dikarin di firina ku li bajarê Helepçe ya Herêma Federala Kurdistanê vebûye de bixebite. Jinên kedkar bang li rêxistina jinan kirin ku derfetê xebatê zêde bikin, da ku aboriya xwe a xweser avabikin.
Jinên ku li bajarê Halepçe a Herêma Federala Kurdistan dijîn, ji bo ku aboriya xweser bi dest bixin, daxwaza derfetên xebatê kirin. Jin herî zêde bi aweyek komî li dukanê nan a bajarê Helepçe dixebitin, ji ber vê jinên kedkar derfetê avakirina xebatê dexwaz dikin. Jinan wiha gotin: "Em jî dixwazin li her qadê jiyanê bixebitim. Em naxwazin li malê rûnin. Em hem dikarin bixebitin hem jî zarokên xwe xwedî bikin. Em ji berpirsyaran daxwaz dikin ku derfetê xebatê jinan zêde bikin."
Li Halepçeyê jin bi aweyek kom cihek tenê a xebatê ye
Afta Abdurrahman berî mehek tevî herdû keçên xwe li dikana nan dest bi kar kiriye anî ziman ku divê cihê xebatê ji bo jin bên vekirin. Afta got: "Halepçe bu bajar êdî divê hikûmet veberhênan bike. Bi taybet jî divê kargeh ji bo jinan veke. Jinên Halepçeyê kedkarin. Ez di vê baweriyê deme ku dema derfetên xebatê pêk were dê hemû jin bixebitin. Jin dixwazin aboriya xwe yê xweser avabike. Ji ber ku ev xalek girînge ji bo jinan."
'Divê azadiya aborî a jinan hebe'
Keça Afta Koçer Sabir jî destnîşan kir ku divê jin bi mal ve nêyê girêdan û ji bo ku azadiya aborî bi dest bixe divê derfetên xebatê bên zêde kirin. Koçer anî ziman ku ji ber dikana nan nû hatî avakirin gelek kêmahiya wê hene û wiha domkir: "Jin dema ji mal dertên û dixebitin baş dibin. Ya herî girîng di warê aboriyê de pêdiviya wê bi kesekî namîne. Ev kargeh jî mehek çêbû hatiye vekirin. Li Halepçeyê cihê ku jin kom lê dixebitin evdere. Ji xwe ji bo jin derfetek dervî vî karî nîne. Ji ber cihê kar nû hatî vekirin gelek kêmahî hene. Gelek gerime. Ez hêvî dikim ku di demek nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin."
Ji rêxistina jinan re bang
Seda Ahmed Mihemed jî daxwaz kir ku derfetên xebatê ji bo jinan bê zêde kirin û wiha got: "Jinên ku li Halepçeyê dijîn, bi dirûnê cil û çêkirina nan debarê xwe dikin. Dixwazim bixebitim lê kar nîne. Berî mehek ev kargeh hat vekirin. Kargehek biçûke lê em wek jin ji ber bi hevre dixebitin kêfxweşin. Tenê gelek gerime. Bi pereyê ku ez ji vir qezenç dikim zarokê xwe pê xwedî dikim. Ji xweseriya aborî a jinan bi nirxtir tu tiştî nîne. Ji ber vê yekê ez bang li berpirsyar û rêxistinên jin dikim ku, ji bo jinên Halepçeyê bixebitin kargeh û derfetê xebatê zêde bên avakirin dikim."
(rc)