Jin li zozanan ser pişta hespê bi tililî û stranan belavbûn
09:10
Vildan Atmaca / JINHA
WAN - Gelê herêmê piştî ku 3'ê mehan li Gola Sûphanê ya Geliyê Zîlan a Erdîşê man, dest bi vegera gund kirin. Zomvanên ku sê mehin amedekariya xwe li çiyayên bilind ên Zîlanê dikin, bi berhemên ku bi keda xwe berhev kirine û di rêyên çiyayê Zîlan ên asê re hêdî hêdî berê xwe didin malên xwe.
Li navçeya Erdîşa Wanê gel berê xwe didin Zozanên Gola Sûphanê ya Geliyê Zîlan. Piştî 3'ê me jiyana zomvaniyê amedekariya zivistanê dikin û di meha Hezîranê de ji kon û xaniyên ku di quntara çiyayên bilind de avakirine vediqetin û vedigerin malên xwe ên bajêr. Welatiyên ku 3'ê meh di nava xwezayê de dijîn, ji aliyek amedekariya zivistana dirêj ya Serhetê dikin ji aliyek berhemên ku berhev kirine didin pişta hespên xwe û ji nava zinarên dijwar hêdî hêdî bi dengê stranên xwe tên xwarê.
Zarok pira paşaroj û pêşerojê ne
Zomvanên ku di 3'ê mehan de bi penêr, caciq, keşk û tîrşî amedekariyê zivistanên sar ên Herêma Serhetê dikin, ji aliyek berhemên ku bi kedên mezin berhevkirine dibe xemla sofrê ji aliyê din difroşin û debara xwe dikin. Herî zêde zarok bi jiyana 3'ê meh ên zozanan kêfxweşin. Bi leystûkên xwe pirek di navbera paşaroj û pêşerojê de avadikin. Di nava jiyana xwezayî de ji teknolojî dûr bi sewalan re mijûl dibin û demêna xwe ên vala siwarî hespên xwe dibin û li kêleka çemê avê bi stranên xwe reng didin jiyanê. Zarokên ku bi veqetîna zozanan xemgîn dibin, bi hêviya salek din bên dijîn.
Li ser pişta hespê vegera bajêr...
Jinên ku li Zozanên Golê Sûphanê hemû berpirsyariya jiyanê hildane ser milên xwe, dema ku ji zozanan vedigerin gund, siwarbûna wan a ser pişta hespê jinên têkoşer tîne bîra mirov. Jinên ku piştî 3'ê meh amedekariya zivistanê berê xwe didin rê, bi rihetiya ku karê xwe qedandine vedigerin malên xwe. Jinên ciwan bi coşek mezin li ser pişta hespê bi tilîlî û stranên xwe ji nava zinarên asê berê xwe didin xwarê. Bi vegerê re dîmenên jiyanê ên herî xweş dertê holê.
(rc)