Kêfxweşiya jinên Çinarê a xwendin û nivîsandinê
09:06
Nurcan Yalçin / JINHA
AMED - Navenda Jin ya Jinwar a ku girêdayî Şaredariyê Çinarê xebat dimeşîne li navçeyê ji bo jinên ku temenê wan di navbera 35-45 bi riya KURDÎ-DER'ê wan hînê xwendin û nivîsandinê kir. Jinên ku di qursan de perwerde dîtin li gel kêfxweşiyên xwe dexwaza asta duyemîn kirin.
Navenda Jin ya Jinwar a di binasaziya Mûdîriyeta Jin ya girêdayî Şaredariya Çinarê a Amedê tevî KURDÎ-DER'ê qursa xwendin û nivîsê hînê jinan kirin. Piştî jin perwerdeya xwe ya asta yekem qedandin û bawername girtin, ji bo asta dûyem serî lêdan kirin. Suzan Karadenîz a 44 salî ku tevlî perwerdeya 3'ê mehan a qursê bibû, diyar kir ku ji ber xwendin û nivîsê nedizanîbû ew serî li Navenda Jin ya Jinwar daye û wiha got: "Dexwaze me hat qebûl kirin. Em kêfxweş bûn lê belê ji ber ku di heftê de tenê du roj dihat dayîn kêm bû. Ez dixwazim hîn zêdetir dem jêre bê veqetandin. Ji ber tiştê em hîndibûn heya hefteya din me bîrdikir. Em dixwazin heftê 4 roj bê dayîn lê belê dibêjin ku derfetê me nîne. Lê em ji vê perwerdê gelek kêfxweş bûn. Berî ez derbasî perwerdeya qursê bibam ne xwandinê min a Kurdî ne jî a Tirkî hebû. Ji ber me dersên Kurdî û Tirkî girt di serî de me zehmetî kêşand lê em piştre hîn bûn. Êdî şerîdê di binê nûçeyan de derbas dibe em dikarin bixwînin."
'Em dixwazin xwendin û nivîsê xwe pêşbixin'
Suzan anî ziman ku ew ne tenê ji bo perwerdê diçûn navendê di heman demê de bi jinan re parvekirin pêk tanîn û wiha domkir: "Em dixwazin dubare biçin qursan, xwendin û nivîsandinê pêşbixin. Ev pêşniyariya me hat pejrandin û di demek nêzde em ê dest bi asta duyem bikin. Gelek jin li Çinarê hene xwendin û nivîsandinê wan nîne û di bin qedexeyan de dijî. Sedema van qedexeyan jin bi xelekên koletiyê pêçane û cîneyetan jinan zêdebûne. Divê jin xwe ji van xelekan rizgar bikin û gav bavêjin. Demên borî ez jî di bin zordariya malbatê de bûm lê niha xwe azad hîsdikim."
'Divê hemû jinên Çinarê berê xwe bidin qursê'
Aynur Kurt a (34) ku dayîka 5 zarokane kêfxweşiya xwe li hember qursê anî ziman û got: "Min digot ez ê gelek zehmetî bikêşim. Zarokê min jî biçûkin û yek jî du mehiye. Min wî dikir xewê û li ba zarokan li mal dihêşt û dihatim vêderê. Dema hînê vir jî bûm naxwazim dev jê berdim. Mamosteyên me gelek başbûn û demên baş me bi tevahî jinan re derbas dikir. Ez bang li jinên Çinarê dikim. Bila ew jî bên, eger ez wî zarokê xwe yê biçûk li şûna xwe dihêlim û têm, ev tê wateya ku hemû jin dikarin bên vêderê."
'Jin di demek kurt de bawerî bi xwe anîn'
Civaknasa Navenda Jin ya Jinwar Ûmran Nar destnîşan kir ku jin li hember qursên xwendin û nivîsandinê gelek bi hevesin lê ji ber di bingeha Çinarê de muhafezekartî heye jin wê cesaretê nadin xwe ku werin û wiha pêde çû: "Di serî de tirsê jinan hebû û bingeha vê jî, ji kevneşopiyê civakê bû. Qursa me a despêk bi 12 jinan despêkir. Temenê wan di dora 35-45'an de bûn û xwendin û nivîsê wan tune bû. Hinek ji wan tenê alfabeyê dizanî. Dema hatin ji mera gotin 'ji ber xwendin û nivîsandinê me nîne em nikarin ji malê derên' her wiha digotin 'em bi serê xwe nikarin biçin nexweşxanê û wesayîtan siwar bin'. Di demek kurt de hîn bûn û bawerî bi xwe anîn. Jinên ku piştî sê meh bawername standin ji bo asta duyem pêşniyar kirin. Me jî dest bi amedekariyê kir ku em dest bi asta duyem a perwerdê bikin. Em dixwazin vê carê gelek jin beşdar bibin."
(rc)