Niha dema çêkirina dane....

09:00

Zeynep Akin/JINHA

ÊLIH - Li Kurdistanê demsala çêkirina dan despêkir. Jin bi kedên xwe ên kolektîf amedekariya zivistanê dikin. Danê ku tê kelandin, piştî ku tê zuha kirin bi destarê tê hêrandin û dikin savar.

Bi hatina payîzê re li gelek herêmên Kurdistanê amedekariya zivistanê despêkir. Yek ji vê amedekariyê jî çêkirina savarê ye. Danê ku bi kedê jinan a kolektîf tê amedekirin, dibe xwarinê zivistanê a xweş. Piştî ku di meha hezîranê de simbil zuha dibe, genimê ku bi mekînê tê berhevkirin, bi traktorê tê barkirin û dixin kogehê malan. Genimê ku bi tenekan di paceya kogehê re tê vala kirin, 2-3 meh genêmê ku berhev kirine li kogehê tê hêştin.

Genim piraniya xwe di demsala payîzê miha Îlonê de tê kelandin. Ji ber proteîna genimên girs zêde ye, her kes wê tercîh dike. Tovikê zarokan ên demsalê bi keda jinan a hevpar tê çêkirin. Li gundê Bazbute a navçeya Beşîrî a Êlihê em rastî xebatê jinan ya demsalê çêkirina genim hatin.

Dan pêşkêşî cîran û zarokan tê kirin

Danê ku bi coş û kêfxweşiyek mezin tê kelandin, zarokan dide kêfxweş kirin. Ji ber ku qazan hêjmarê wê kême bi rojan li gund jin bi dorê danê xwe dikelînin. Danê ku despêkê bi avê sar tê şûştin, li ser kuçikê bi agirê darên hişk tê kelandin. Danê ku li ser agir tê girtin heyan ku tê kelandin tê tevdan. Dan piştî tê kelandin û bi lalîkan pêşkêşî zarok û cîranan tê kirin.

Danê tê kelandin li ser banî tê raxistin

Genima ku di mehê Îlonê de amedekariya wê tê kirin, piştî şûştin û kelandinê dibin ser banî û tê raxistin. Danê ku li ser banî tê raxistin piştî 2 ango 4 rojan tê berhevkirin. Genimê ku li ber tavê hatî raxistin bi rojan ji bo ku zuha bibe, kedên mezin tê dayîn. Piştî ku genim tê hişk kirin cardin jin berhev dikin û dixin çûvalan û tê rakirin.

Genim bi destarê destan tê hêrandin

Jin wiha behsa pêvajoya hêrandinê dikin: "Genimê ku tê hişk kirin em bi destarê dihêrin û dikin savar. Destar êdî weke berê nayê bi karanîn. Dema ku em danê dikûtin ji bo ku nerje em cardin şil dikin. Piştî me genim kuta em cardin li ber tavê radixin û zuha dikin."

Piştre jin savarê li ber bayê digrin û bi bêjingê ji qalikê wê paqij dikin. Cardin piştî wê savarê dibin dihêrin û ji bo xwarinê tê amede kirin. Savarê ku girs û hûr tê hêrandin, dibe şîvê malê yê xweş.

(rc)