Di dorpêça Cizîrê de astengdar bûyîn

11:13

Dîlan Karamanoglu - Pîroz Zirig /JINHA

ŞIRNAK - Ferqa Mercan Baydemîr ji welatiyên din di dorpêça Cizîrê de zaroka wê a astengdar e. Mercan behsa rewşa keça xwe tevî zarokên din di bin dorpêçê de kir.

Mercan Baydemîr li Taxa Yafes a Cizîrê dijî, dayîka çar zarokane û zarokek wê ji zayînê astengdare. Piştî dorpêça Cizîrê hatibû îlankirin û Taxa Yafes a ku di bin êrîşan de mabû wek hemû malbatên din Mercan jî têkoşînê jiyanê da. Lê ferqa Mercan ji jinên din zaroka wê a astengdar bû. Maxdûrê şer ên herî mezin jin û zarokin, lê dema ku di bin vê maxdûriyetê astengdarî hebe rewşê girantir dike. Mercan behsa rastiya keça xwe Pinar û tiştên jiyaye kir.

'Her dem bi destê xwe me devê wê digirt'

Mercan diyar kir ku Pinar di rewşên asayî de jî hêrsoke û wiha got: "Di dema êrîşên li ser taxê de, bi rastî me gelek zehmetî kişand. Pinar zarokek hêrsoke û êrîş dike. Êrîşê her kesê ku tê ba wê dike. Di dema pêvçûnan de dema dengê çekan dihat qîr dikir, 8 rojan her dem bi şev û roj qîr dikir. Xwarin ne dixwar, her dem bi destê xwe me devê wê digirt. Em dadiketin qata zemînê lê cardin bê deng nedibû."

Mercan da zanîn ku cîranên wê jî ketibûn gumana wê û wiha got: "Cîranan digotin 'tiştek bi serê wan hatiye ji ber vê yekê qîr dikin'. An ez an xweşka wê em her dem li ber bûn."

'Piştî qedexe rabû ditirse derê derve'

Mercan anî ziman ku piştî êrîş gerim bibû ew nekarîne pêdiviyên xwe pêşwazî bikin û wiha pêde çû: "Em binê Pinar diştînin, dema ku paçê wê qediyan me gelek zehmetî kêşand. Me êdî nedikarî binê wê girêdaba. Ew pêvajo ji bo her kes zehmet bû lê ji bo me dû caran girantir derbas bû. Wek her kes bi rojan em têhin û birçî man. Keça min piştî qedexe rabû ditirse êdî derê derve. Lê em ne ketin û em ê nekevin."

(rc)