Jinên Êzidî dixwazin derfetên qampê baş bibin

09:44

Newroz Dijwar/JINHA

SILÊMANÎ - Jinên Êzidiyên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kampa Penaberan a Aştî ya li bajaroka Erbatê dimînin dixwazin şertên jiyana wanê bên başkirin. Jinan bê baldariya saziyên jinan rexne kirin. Jinan diyar kirin ku li gel av û xwarinê pêdiviya wan bi cihên hewandinê yên ji bo zivistanê hene.

Şengaliyên di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de bi ewlehiya YPG û YBŞ'ê derbazî Başurê Kurdistanê bûne saleke li Kampa Penaberan a Aştî ya li bajaroka Erbatê dimînin. Kampa Aştiya ku 270 Şengalî lêdimînin şertên jiyanê herî zêde jinan bandor dike. Jinên ku neçarin bi bîdonan avê dikêşin dan zanîn ku daxwaza wan ewe ku demek berê şertê jiyana wan baş bibe.

Kon şertên jiyana zivistanê narakin

Ji nava kampê jina binavê Gewrê Saleh wiha qala zoriyên jiyana kampê kir: "Rewşa kampê ne başe. Zivistan nêz dibe. Ji ber ba û baranê em nikarin di konan de bimînin. Di her ba yan baranek şid de konek dikeve. Emê zivistanê çî bikin em nizanin. Mehê 50 kilo erzaq didin ji derveyî wê jî ti alîkariyê nadin. Yên zarokên wan hene dixebitin ên neyî jî bi wî erzaqê didin debara xwe dikin. Ya herî me dide zorê jî ave. Em ji neçarî bi bîdonan avê dikêşin. Me xwest kêm be jî em ji pirketên heriyê ji bo xwe mal çêkin lê destura wê jî nadin."

'Sazinên jinan biqasî tê xwestin bi me re eleqeder nabin'

Gewrê hatina rêxistinên jinan a kampê kêm dibîne û wiha got: "Li kampa me ya dinê malek a jinan heye. Li vêderê ew jî nîne. Tiştên em ji saziyên jinan hêvî dikin hene. Me çend caran ew rexne kirin. Çend caran hatin û çun ji wê demê ve nehatine êdî. Di kampê de jinên ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin hene, divê ji bo wan tiştekê bikin."

'Alîkarî gelek kêm tê dayîn'

Leyla Silêman jî balkişand ser zoriyên nava kampê û wiha berdewam kir: "Niha ji bo me ya herî giring rizgariya mirovên me yên di destê DAIŞ'ê dene. Nanê me nebe jî dibe. Kes ji birçînan namirin. Rewşa hemû malbatên dinava kampê de gelek xirabe. Rewşa me jî gelek xirabe. Kes nîne li me binêre, kesê me nîne bixebite. Alîkarî jî gelek kêm tê. Zarok jî ji ber ereban nikarin biçin dibistanê. Tenê nexweşxaneyek a kampê heye ew jî li herêma erebane. Ji me gelek dure. Em bêhalin dinava rezîliyê de dijîn."

'Dê YBŞ Şengalê azad bike'

Jinekdin a nava kampê Asya Îlyas jî bilêv kir ku daxwazên wan ewin ku derfetên nava kampê bên başkirin û pêdiviyên wan bên dabînkirin û wiha dom kir: "Rewşa kampê gelek nebaşe. Bi tayîbetî jî pirsgirêka avê gelek zêdeye. Baya li vêderê gelek zêdeye nahêle konên me li ser piyan bimînin. Zivistan jî nêz dibe. Pêdiviyên me bi kincên zivistanê û gazê heye. Ez hêvîdarim ku ev pêdiviyên me bên dabînkirin. Lê pêdiviya me ya herî sereke vegera Şengalê ye. Şengal, me bêriya gundê xwe kiriye. Em ayîdê wêdeverêne. Ez di wê baweriyêdeme dê YBŞ Şengalê azad bike."

(zt)