Li Gelîyê Zîlan çanda komunê şêweyê jiyanê ye
10:29
Vildan Atmaca /JINHA
WAN - Li Çiya û zozanên Geliyê Zîlanê jiyana xwezayî serwere. Li Zîlanê jin bi çanda komunê pêşerojê dihonin.
Li Erdîşa Wanê Geliyê Zîlanê yê ku ji zozanvaniya Serhedê re malavahî kiriye ji qiyameta jiyana 'modern' dure. Gelê herêmê di nava herikînek jiyana xwezayî dene, debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin, bi her awayî pêdiviyên jiyana xwe ji demboriyê heya niha bi komunalê dabîn dikin. Ji ber ku pêdivî bi sazumaniya dewletê nedîtiye Geliyê Zîlan berî niha 70 salan rastî qirkirinê hatiye, li gel hemû êrîşan jî ji çand û kevnepoşiyên xwe bernade.
Li nêzî malên bi beran hatîn çêkirin jinên hilberînên xwe pardikin dikevin ber çavan. Ji demboriyê heya niha li Geliyê Zîlanê jin jiyana komunala xwezayî didin berdewam kirin. Di nava gund de hema hema hemû rêxistinbûn jin dikin. Karê tên kirin li hemberî wan pêdiviyên tên bidest xistin hemû jin wan karan dikin. Li gorî gotinên jinan tenê karê jin diyar dikin mêr dikin.
Li Geliyê Zîlanê zivistan zor û dirêj derbas dibe, ji bo wê jî bahar û havînê baş dixebitînin. Ji bo amadekariyên zivistanê teqez karê her kesê heye. Bi despêkirina bûharê re koçberiya ber bi zozanan ve despêdike, bi rêwîtiyek dirêj û zor digihin Zozana Golê Sûphan an. Jinên di dema derketina zozanan de 3 mehan ji malên xwe dur li ser lutkeyên çiyayan di malên ji beran hatîn çêkirin de dijîn, li kêleka malan bi xwezayê re dibin yek û ji teknolojiyê dur dijîn.
Malên ji beran ên ku li zozanên herî bilind hatîn avakirin hemû teknolojiyê derbas dike. Malên wan yên ji beran weke jiyana wan xwediyê çandek ya dîroka kevnarene. Di wan malan de elektirkî nîne, findikên gaza xwezayî dixebitînin, pêdiviyên xwe yên avê ji çavkaniyên xwezayî digirin. Bi sed salane çanda zozaniyan a kurdan bi xwe re jiyanan xwezayî ji demboriyê heya niha aniye û di heman demê de çavkaniyên debarê jî berdewam kiriye.
Malên ji beran hatîn çêkirin ên li Zozanên Golê Sûphan weke ku cîhanek dine ewqas bedewiya xwe ya xwezayî dide nîşandan. Hema li pêşiya malên ji merab li ser tenûrê karparvekirina jinan rengîniyek cuda dide.
Li zozanan jin di heman demê de amadekariyên zivistanê dikin. Bi her awayî li gorî pêdiviyan amadekariyên zivistanê tê kirin. Hemû berpirsiyariya zozanan jin didin ser milê xwe. Ji şîrê bêrîvan didoşin mast, cacik, penîr, keşk û xwarinên gelekrî tên amadekirin.
Di dawiya peyîzê dema vegerê de li gel hemû amadekariyên zivistanê yên hatine temam kirin cardin jin berpirsiyariya herî mezin digirin ser milê xwe.
(zt)