Jin Zozanên Golê Sûphan bernadin

09:02

Vildan Atmaca / JINHA

WAN - Weke demboriyê niha jî şerê li hermerî kurdan hatî despêkirin herî zêde welatiyên li zozanan dijîn bandor dike. Jinan diyar kirin ku li gel tindiya ser wan tê kirin jî ewê zozanên xwe neterikînin û li gel her tiştî jî daxwaza wan aştiye.

Ji ber AKP û Serokomar Erdogan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de biserneketin di 24'ê Tîrmehê de dest bi êrîşek piralî ser gelê kurd kir. AKP li aliyekê çiyayan bomba dike li haliyê dinê welatiyên sivîl qetildike. Ji bo întiqamê ji gelê kurd bigire di serî de Sur, Cizîr, Agirî û Gimgim li gelek deveran êrîşî sre kurdan kir. Niha jî zozanên ku çavkaniya jiyana kurdane asteng dike. Welatiyên ku havînan debara jiyana xwe li zozanan dikin bi mirinê re ru bi rune. Li Erdişê welatiyên li Geliyê Zîlan dijîn 3 mehin derketina serê Çiyayê Zîlanê. Kurd hem çanda kurdewariya zozanan berdewam dikin hem jî debara jiyana xwe bi zozanvaniyê dikin. Jinên li Zozanên Golê Sûphan dan zanîn ku li hember hemû astengiyan jî ewê heya hewa sar dibe li zozanên xwe bimînin.

'Li gel tindiyan jî emê zozanên xwe bernedin'

Guzel Îşcan destnîşan kir ku hemû berpirsiyariya jiyana zozanan ser milê jinane û wiha domand: "Ji bo sewalên xwe û amadekariyên zivistanê em li vêderêne. Dema ku em neyên zozanan emê zivistanê birçî bimînn. Ji derveyî zozanan ti çavkaniyên debara kurdan nîne. Em 2 heya 3 mehan li zozanan dimînin. Zozan ji bo kurdan çand û çavkaniya debarê ye. Em hatine vêderê heya niha leşker dibêjin 'zozanan valakin.' Her dem tên konên me dişewitînin. Dema ku tên konan radikin yan dişewitînin herî zêde zarok ditirsin û digirîn. Bi beran êrîşî konên me kirin ji bo ku em valabikin. Heya hewa sar dibe emê li vêderê bin. Emê li gorî daxwaza wan zozanên xwe neterikînin. Heya karê me diqede emê zozanên xwe berdin."

'Em dibêjin bila êdî dayîk ne girîn'

Guzel anî ziman ku her roj helîkopter ser zozanên wan keşifê dikin û wiha berdewam kir: "Em şer naxwazin. Em dibêjin bila gerlia jî leşker jî neyên kuştin. Em li zozanan bi tirs radikevin. Di nava rojê de her dem helîkopter digerin. Dema ku helîkopter digere zarok ditirsin û xwe diveşêrin. Berî çend rojan 3 helikopter ser zozanan nimiz digeriyan kurê minê 6 salî ji tirsan kete hindirê kon û got 'Dayê dê ev me qetilbikin.' Ji bo ku netirse ez jî li ber dilê wî ve çum û min got; 'Na lawê min me nakuje.' Em kurd gelek şewitîn û me gelek xwîn rijand. Em êdî dibêjin bila dayîk negirîn, zarok bi şanazî û aramî bijîn."

'Ji bo Erdogan êdî deng nîne'

Sevgul Gelmez jî bilêv kir ku ewê zozanên xwe ne terikînin û wiha dom kir: "Çî dikin bila bikin, emê zozanên xwe neterikînin. Erdogan ji bo deshilatiya xwe şer daye despêkirin. Erdogan zarokên feqîran dişîne mirinê, bila li şona wan kurdê xwe bişîne. Berê weke ku dê Erdogan aştiyê bîne me dengê xwe dayê, lê çîkir, kurd qetilkir. Êdî ji bo Erdogan deng nîne. Erdogan Tirkiye şewitand."

Zeliha Îş jî bertekên xwe wiha anî ziman: "Yên hatin qetilkirin hemû xwişk û birayên mene. Tenê daxwaza me êdî Tirkiye ji qatil Erdogan rizgabibe. Em berê bi tehetî dihatin zozanên xwe, lê niha her dem em bi tirsa dê bên êrîşî me bikin denin. Ji ber ku Erdogan mirinê dixwaze hezar caran ez neletê lê dibarînim."

(zt)