Li beramberî hemû êş û elem dest bi jiyana nû kirin....

09:00

Ruşen Binici/JINHA

DÊRİK - Hayat Hacî Xanima ku 9 mehan dûcanîbû û ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê tevî dapîra hevsera xwe û hevser, 3'ê zarok û xweşka xwe ve reviyan neçar ma di rêde zarokê xwe bîne dinê. Hayat ku bi rojan birçî û têhin neçarî revê mane bi alîkariya gerîllayên jin tevî malbatê digêje Kampa Newrozê. Hayat her çiqas travmayên ku jiyaye derbas nekiribe jî anî ziman ku ew hewldide xwe bi jiyanê bigre.

Bi saya korîdora ku YPG/YPJ'ê vekiribûn gelek welatiyên Êzidî ên ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê pêk hatî derbasî Kampa Rojava bûn. Her çiqas gelek Êzidiyên ku ji ber êrîş û qetilamê travmayên ku jiyane derbas nekiribin jî hewla girtina jiyana nû heye. Êrîşa 3'Tebaxa 2014'an ya li hember Şengalê Hayat Hacî Xanima 26 salî bi buyerên ku jiyan kiriye hovîtiyê hatî kirin datîne holê.

'Qiyemet dihat jiyan kirin'

Dayîka sê zarokan Hayat behsa êrîşên çeteyên DAIŞ'3e ya li ser Şengalê wiha kir: "Saet dora 02.00'an de ji hinek cihan dengê pêvçûnan dihat. Wê bêhnê xizmê me telefon kir û got 'şer despêkir ye'. Me dest bi amedekariyê xwe kir. Me fêmkir ku çeteyên DAIŞ'ê hatine û dê êrîşê me bikin. Li hinek herêman pevçûnên dijwar rû didan. Bu sibeh carek ve me dît her kes ji Şengalê direve qiyemet dihat jiyan kirin. Wesayîta me hebû me digot emê zarokan siwar bikin û biçin Geliyê Derezê. Em ketin rê piştre em li cihek rewastiyan li wir av hebû. Ji xwe xwarinê me tune bû. Dema em ketin rê me li gel xwe 10 nan û 2 kîlo firingî biribû. Wê demê derdê me tenê zarokan xilas kiribûn."

'Pêşmergeyên ku me ji wan bawerdikir reviyan'

Hayat anî ziman ku ew 17 kes ketin rê û peşmergeyên ku ew ji wan bawerdikirin di wê demê de direviyan. Hayat da zanîn ku ew heya gihêştine Geliyê Derezê gelek êş û astengî jiyan kirine û wiha domkir: "Ez dûcanîbûm û min nedikarî ez rêve biçim. Em du şevan li wir man û agahiyê kes ji me tune bû. Welatî her roj digotin 'pêşmerge dê bên û ji bo me rê vekin'. Lê belê ev yek hemû derewbûn. Hîna çeteyên DAIŞ'ê ne hatibûn me bê parastin di nav destê wan hovan de hêştibûn û reviyabûn."

'Gelek kes zarok û pîrê xwe li şûna xwe di rêde hêştin'

Hayat da zanîn ku zarok tehmûlê birçîbûn û têhinbûnê nedikirin û wiha pêde çû: "Li dora me bûyerên gelek xirab dihatin jiyan kirin. Li Nexweşxaneya Şengalê 20 jinên ciwan hebûn yek kes ji wan nema. Çete serê mêran jêdikirin. Li aliyek birçîbûn û têhinbûn li aliyê din derdê me, em zarokên xwe bighînin cihek bi ewle. Me ne dizanîbû ku em ê biçin kur. Em neçar man ji Geliyê Derezê derên. Me dest bi meşê kir dapîra hevserê min ji ber ku nedikarî bimeşe me li şûna xwe hêşt. Piştre em cardin vegerîn ba wê. Piştî wê ji ber ku pîrbû ji birça, westandin, germahî û têhinbûnê jiyana xwe ji dest da. Me erd kola û ew veşart. Me li wir dev ji cenazeyên xwe berde û cardin ketin rê. Ji bo me ev rewş gelek giranbû. Gelek kes zarok û pîrê xwe li şûna xwe di rêde dihêştin û diçûn. Ewqas bê neçarî hebû."

'Kurê min ê 4 salî bi rojan li çiya bi xwas dimeşiya'

Hayat bilêvkir ku dema ew ketine rê 3'ê malbat bûn lê piştre ji hev qutbûne û wiha domkir: "Ez tevî xweşka xwe ya 15'e salî, sê zarok û hevserê xwe man. Armanca me gihêştina cihek ku av lê hebe. Bê navber bi saetan em meşiyan, lê me nedikarî em gav bavêjin ji ber ez dûcanîbûm min gelek astengî kişand. Zarokek min 4 ya din jî 5 salîbû. Kurê min ê 4 salî bi rojan li çiya bi xwas dimeşiya. Ne ji xweşka min baya zarokê min yê din wê xilas nebiba. Xweşka min zarokê min hildabû hemêzê xwe û dimeşî. Canê min ji êşê werimîbû. Piştî ku em 10 saetan meşiyan li cihek me navber da. Hevserê min hindek qelewbû ew jî zehmtî dikêşa û digot 'êdî ez rêve naçim'. Zarokê min serê xwe danîn ser keviran û raketin. Nîv saet ser navbera me neçûbû me bîhîst ku çeteyên DAIŞ'ê nêzî cihê ku em lêne bûne."

'Navikê zarokê min hevserê min qûtkir'

Hayat diyar kir ku piştî ew ketine rê sanciyê zayînê despêkiriye û wiha pêde çû: "Min hevserê xwe şiyar kir û got dema zayîna min hatiye, gelek tirsiya got 'na'. Ji ber tiştek ji destê wî nedihat gelek neçar ma tenê digrî. Min ji hevserê xwe re got li berxwe bide û her ku diçû sanciyê min zêde dibûn. Sibê saet 06.00'an de zarokê min hat dinê. Zarok hat dinê û divê navikê zarokê min bihatiba jêkirin. Ji ber kes li ba me tune bû hevserê min neçar ma navikê zarokê min jêkir. Wê demê ezê miribama zarok wê miriba ne diyar bû. Di cihek û halek bi vî aweyî de zayîn kirin gelek xirabe. Ne av ne jî cil heye. Piştre me zarok di nava paçek de pêça û danî ber siyê darê. Ne av heye em zarok bişûn ne jî şîr heye em wî têrbikin. Ji ber cihê ku em lêbûn ne bi ewlebû em neçar man ji wir bi rêkevin. Piştî zarok hat dinê bi 4 saetan ez ketim rê. Zarokê min piştî komkujiyê bi 8 rojan hate dinê. Min gopalek ji daran çêkir û ez pê rêve çûm."

'Me navê zarok kir Ocalan'

Hayat anî ziman dema ew gihêştine qada Çelmêra li wir qiyemet hat jiyan kirin û wiha got: "Hinek kes zarokê xwe li binê dar û keviran dihêştin û diçûn. Extiyarên ku nedikarîn bimeşin li şûna xwe dihêştin. Me şevek li wir derbas kir 9 rojê me tejîbû. Kesek hat û got 'li vir rûnin gerîlla tên'. Hindek zexîre ji mera hat ji paçên heyî me sîh ji xwe re çêkir û em rûniştin. Du gerîllayên jin ber me ve hatin. Rewşa me pirsîn me jî got zarok di rêde hat dinê. Zarok girtin hemêzê xwe û lê dinêriyan. Piştre ji bo ku em zarok têrbikin qutiyek şîr anîn û gotin li vir rawestin. Piştre cardin du gerîllayên jin hatin. Navê zarok pirsiyan me jî got hîna me nav lênekiriye. Çend nav gotin piştre jî ji wan navan navê Ocalan me hilbijart. Me birin xwarin dan û bijîşk anîn ji bo me. Du şevan em li ba wan man. Piştre me anîn Kampa Newroz a Rojava. Ez saleke li Kampa Newrozê dijîm û cardin ji nûve em jiyana xwe bi rêxistin dikin. Li beramberî hemû êş û elem jî cardin bi perwerdeyan em dixwazin xwe ji nûve avabikin."

(rc)