Di şertên zehmet de dijîn lê dev ji welat bernadin

09:01

Dîdem Dozvan/ JINHA

SERÊKANIYÊ - Li bajarê Serêkaniyê jin di nava şert û mercên zehmet de dijî lê cardin dev ji welatê xwe bernadin û xebatê berhevkirina pambûyê dikin.

Yek ji bajarên herî zêde çandinî lê tê kirin bajarê Serêkaniyê ya Kantona Cizîra Rojava ye. Ji ber êrîş û şerê ku li Rojavayê Kurdistanê didome şertên jiyanê welatiyan jî dixe nava zehmetiyê de. Jinên ku di nava şertên zehmet de dijîn ji bo ku debarê xwe bikin pambû berhev dikin. Jina bi navê Esma Hemîde Ehmed diyar kir ku piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser bajarên Rojava di warê aborî û debarî de rastî gelek zehmetiyan tên û got ew ê li beramberî hemû êrîşan li berxwe bide û dev ji welatê xwe bernade.

'Armanca dijmin me bide koçkirine'

Jina bi navê Esma Hemîde Ehmed diyar kir ku piştî êrîşên li ser Kantonên Rojava peydakirina pêdiviyên jiyanê gelek zehmet bûye û wiha got: "Em ji sibê heyan êvarê pambû berhev dikin. Armancê dijmin me bide koçkirine. Lê em çiqas zehmetî bikêşin jî em ê dev ji welatê xwe bernedin."

'Parastina ax ne tenê erkê hêzên YPG/YPJ'ê ye'

Esma diyar kir ku ew her sal pembû berhev dikin lê vê salê rastî gelek zehmetî hatine û wiha domkir: "Ji ber germahî û buhabûna pêdiviyên jiyanê em rastî zehmetiyan tên. Lê em ê axê xwe terknekin û neçin xerîbiyê. Ji ber vê yekê ez bang li hemû ciwanên dikim ku vegerin û parastina axê xwe bikin. Parastina ax ne tenê erkê hêzên YPG/YPJ'ê ye. Her mirovek vî welatî xwedî berpirsyariya parastinê ye. Ji ber vê divê ciwan vegerin û parastina welatê xwe bikin. Her çiqas zehmetiyê jiyanê hebe jî lê cardin ez li welatê xwe di nava ewlehiyê de dijîm û aramim."

(rc)