Jinên koçer naxwazin zozanan berdin
09:00
Nurcan Yalçın /JINHA
AMED - Li Zozanên Şenyayla yê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve weke herêma qedexe hatî îlankirin çalakiya mertalên zindî lê berdewam dike, koçerên li heman zozanê koçeriyê dikin jî ji ewlehiya jiyana xwe fikaran dikin. Jinên koçer ên ku tenê çavkaniya debara wan koçeriye naxwazin zozanên xwe berdin û xwestin demek ji ya din zutir şer bi dawî bibe.
Koçerên li zozanên Şenyayla yên li sêgoşeya Çewlik Mûş û Amedêne diyar kirin ku ev 23 rojin dewletê herêma wan weke herêma qedexe îlan kirine. Li heman cihî li hember operasonan 23 rojin çalakiya mertalên zindî berdewam dike. Koçerên zozanan ji ber şerê berdewam dike ji ewlehiya jiyana xwe fikaran dikin.
'Em dixwazin çanda xwe berdewam bikin'
Ji jinên koçer Gulçin Kocaaga diyar kir ku ew naxwazin zozanên xwe berdin û wiha domand:"Îsal dema em hatin zozanan di hilbijartinê de HDP biserket. Em bi wê şanaziyê û hêviyê hatin zozanan. Em difikirîn êdî şer qediya emê ji niha û şun de li zozanên xwe bi ewlehî bijîn. Lê AKP'ê hêviya me têkbir. Em dixwazin ev şer bidawî bibe. Her roj gelên sivîl di vî şerî de jiyana xwe jidest didin, em gelek ditirsin. Ger mertalên zindî nebana me nedikarî em li vêderê bimînin. Em gelek ji zozanên xwe hez dikin û dixwazin çanda xw ya zozaniyan berdewam bikin."
'Yên biriyara şer didin dê winda bikin'
Jinek din a koçer Ayhan Koç jî bilêv kir ku ew her sal 6 mehan li zozanan sewalan xwedî dikin û bi wê debara xwe dikin û wiha berdewam kir: "Dewlet çî ji me dixwaze. Em bi zoriyên mezin hatine li vêderê dijîn, dema ku zozanan ji ser me bigirin emê êdî çî bikin û bi çî debara jiyana xwe bikin em nizanin. Yên şer dixwazin tiştekê bidest naxin. Berevajî dê winda bikin. Em naxwazin ax û zozanên xwe berdin, li aliyê dinê jî em gelek ditirsin. Zarokên me gelek ditirsin, dema ku dengê çekan tê zarokên me ji tirsan narazin."
(zt)