Jinên Til Temir amedekariyê zivistanê dikin
09:06
Jînda Azad-Sorgûl Kobanê/ JINHA
TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temirê dest bi amedekariya zivistanê dikin. Her çiqas sebze li bazaran hatibe bûha kirin jî jinên Kurd dev ji çanda xwe bernadin û li gorî derfetên xwe amedekariyê xwe ê zivistanê dikin.
Çanda amedekariya zivistanê li her çar aliyê Kurdistanê ji aliyê jinan ve tê domkirin. Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîra Rojava bi nêzbûna zivistanê re dest bi amedekariyê dikin. Jin diçin bazarê firingî, îsot û becanê reş distînin û ji bo xwarinê zivistanê dest bi amedekariyê dikin. Amedekariya zivistanê a ku buye çandek di nava civakê de her sal di meha tebax û îlonê de jin dest bi kar dikin û gelek cûreyên xwarinê ji bo zivistanê amede dikin.
'Jin girîngiyê dide karê destê xwe'
Mehdiye Mihemed behsa amedekariyên xwe kir û wiha got: "Her sal di van heyavan de em dest bi amedekariyên xwe ên zivistanê dikin. Jin girîngiyê dide karê destê xwe û dixweze bi kedê xwe afrîneriyê pêş bixe. Em diçin bazarê û sebzeyên wek bacanê reş, firingî û îsotên paqij distînin. Em ava firingiyan çêdikin û her wiha ji bo cûreyên din ên xwarinê firingiyan hişkdikin. Îsotan jî em hişk dikin û dikin salça. Becanê reş jî gelek cûreyên cûda ên xwarin em jê çêdikin û ji bo zivistanê amede dikin. Her wiha ji ber demsala fêkiyane jî em rêçela tiriyan, kondir, qeysî, sêv û hwd, çêdikin."
'Jin bi vî çandî her dem nêzî xwezayê dimîne'
Mehdiye da zanîn ku ji ber şert û mercên şer gelek tişt bûhabûye û got ku êdî nikarin weke berê tiştan bi hêsanî bistînin û amedekariyê xwe ên zivistanê bikin. Mehdiye wiha domkir: " Em weke berê nikarin êdî tişt bistînin, lê em dîsan cardin li gorî derfetên heyî amedekariyê xwe dikin. Jin bi vî çandî her dem nêzî xwezayê dimîne. Jin bê xweza nabe û xweza jî bêy jin nabe herdu jî hev temam dikin."
(rc)