Selamet ji bo jiyaneke nû li benda alîkariyê
09:41
JINHA
AMED - Selamet Koç bi awayê xwezgîniyê hat zevcandin û 11'e salan şîdetê dît. Li gel zordestîya civakê jî dev ji hevdu berdan û tevî 2 zarokên xwe jiyanek nû avakir. Selamet ji bo jiyana xwe berdewam bike benda alîkariya jinane.
Ji bo hişmendiya serweriya mêr a jina tine dihesiband, kole û neçar diheşt. Jin hem şîddeta derunî û hem jî ya fizîkî dibînin, di demê giranda jî bes nakin bi tekoşîna li ser piya didomînin. Selamet Koç a 35 salî şîddetê dibîne yêk ji wane. Selamet 22 salin zewiciye, wê 11 salan şîddeta fîzîkî û derunî dît. Selamet demek direj ji sedema kevneşopiya civakî hemberî vê nesekinî.
Selamet, rojekê got ku 'Êdî bese' doza berdanê vekir û bi gotina xwe "Ji vê jiyana cehnimê" xilas bibim. Selamet tevî 2 zarokên xwe bi gotina wê 'Jiyana bi esil' ji roja berdanê pêve dest pê kir. Jiyana xwe di xizanî de berdevam dike û got ku wateya jiyanê jî sekna li ser piyê xwe bimîne û berxwedanê bide. Selamet ji bo jiyana xwe bidomîne benda alîkariya rêxistinê jina û got: "Ez Alîkariya parsê naxwazim ji bo bi zarokê xwe jiyanek sererast kar dixwazim, ji bo vê mijarê alîkarî ji jina dixwazim."
Em çûn bûn mevanê mala Selamet û xizantiya wê me ji wê û zarokê vê godar kir. Selamet wiha axivî: "Ez ê çawa bêjim nizanim bi awayê xwezgîniyê hatim zevcandin min wî nas ne dikir ehlaqê wî nizanbum min ne dixwest bizewicim. Roja em zewicîn dest bi şîddetê kir, zêrê ji dawetê hatibûn jimin xwest min ji ne da min got here bixebte min dîsa şîddet dît ji neçarî zêra da. Qumarê dileyîst min nizanbû, demekê direj ji neçarî bê deng mam. Derûniya min pir xirap bû û min rojek qeyrana hiş derbas kir û ez ketim ji wê rojê pevê bi salaye dermana krîzê bi kar tînin."
(ba/zt)