Berxwedana Meryem a 30 salan...

11:19

Şevin Şervan / JINHA

DÊRÎK - Li Rojava Meryem Muhammed di berxwedana li hember çeteyên DAİŞ'ê de kurê xwe winda kir di heman rojê de agahiya mirina hevserê xwe bihîst, di berxwedana xwe ya 30 salan de niha ji her demê zêdetir xwe bi hêz dibîne.

Meryem Muhammed diyar kir ku wê di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê de kurdê xwe winda kir, di heman rojê de hevserê wê bi qeyîrana dil jiyana xwe ji dest da, li gel hemû êşan jî wê her dem hewildaye bi hêz bisekine. Meryem bilêv kir ku di heman kêliyê de wê hem agahiya windakirina kurê xwe û hem a hevserê xwe bihistiye û wiha got: "Di heman rojê de min du kes ji malbata xwe bindakirin. Min li peyî wan tenê dilopek rondikên çavan nebarand ji ber ew di jiyanek biromet de çun. Hevserê min nexweşê dilbû. Bijîşkê wî diyar kiribû divê ew xwe newestîne. Li gel wê jî 24 saetan dixebitî li ku pêdivî hebana li wê bû."

'Rêber Apo temenê xwe da tekoşîna jinan'

Meryem anî ziman ku ev 30 salin ew tekoşînê dide û wiha berdewam kir: "Weke jin em bi zoriyan re ru bi ru man. Berê jin dibin tindiyan debûn, ne azadbûn. Beriya şoreşê her dem jin di malê debûn. Tenê rolê mêran dayî jinan ewbû. Jinan destur ji hevserê xwe negirtibana nedikarî biçin berderî. Jinan bin tindiya mêran de jinan dikirin. Lê Rêber Apo ev ne pejirand, ji bo ku jin ji wê zilmê rizgar bibin temenê xwe da tekoşîna jinan." Meryem anî ziman ku bi saya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jin hîn zêdetir azadin.

'Heya ez saxbim ezê tekoşîna xwe berdewam bikim'

Meryem bilêv kir ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê dê tekoşîna xwe berdewam bike û wiha dom kir: "Hevserê min û du lawên min her dem ji bo şoreşê xebitîn. Tenê daxwaza me tekoşîn hîn mezintir kirine. Dema ku hevalên hatin eniyê dan zanîn ku li Şengalê şer despêkiriye, lawê min Diyar ji ber birayê wiyê mezin zewicîbû wî çuna xwe ya eniyê hîn baştir dît, bi wî awayî xatir ji me xwest û çu eniya şer. Dema ku Diyarê min çu ji bo min got; 'Dema ez şehîd bikevim divê tu li peyî min tenê dilopek rondikên çavan nerijê.' Roja dinê xebera birîndariya wî û li gel şehîdan anîna nexweşxanê ji bo me hat. Min jin birêxistin kirin ku em biçin nexweşxanê tiştek hebe em jî bikin. Weke xebatkarên Meclisa Jinan me ewlehiya nexweşxanê girt. Wesayîta birîndaran hat di navê de du kes hebûn. Ne bi destê xwe ez li peyî wesayîtê ketim. Ji dema ku min dest bi xebatê kirî heya niha cara yekeme tiştek wiha bi serê min tê. Yê di hindirê wesayîtê de lawê minê şehîd bû lê min ne dizanî. Ez li peyî wesayîtê dibeziyam. Cara yekem bû min hêşek wiha di nava dilê xwe de hîs dikir."

Meryem derbirî ku ew di nava xebatên Saziya Malbatên Şehîdan û Meclisê de cîh digire û heya ew li jiyanê ye dê xebatê berdewam bike.

(zt)