Li hember zehmetiyên jiyanê bi berxwedanê li ser piya dimîne

09:34

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Semîha Gûlaydin a dayîka 9 zarokan ji ber polîtîkayên şer ê dewletê neçar dimîne ji navçeya Pasûrê koçî Edenê bike. Semîha piştî ku hevserê wê dimire dûkanek biçûk vedike û wiha bi jiyanê xwe digre. Semîhayê ku êşê şer ji dil ve jiyan kiriye wiha dibêje: "Divê jin bi têkoşîna xwe aştiyê qezenç bike."

Semîha Gûlaydin a (70) salî ku dayîka 9 zarokane di salên 90'an de ji ber tûndiya dewletê ji navçeya Pasûrê ya Amedê koçî Taxa Barbaros a navçeya Seyhana Edenê dike. Semîha bi dûkana ku vekiriye û tulbentê ku keça wê çêdike difroşin û wiha debara xwe dikin. Semîha anî ziman ku wek jinek bêy ku muhtacê tu kesî bibe ew jiyana xwe didomîne û wiha got: "Li hember hemû şert û mercên jiyanê bi hêz sekinîm û min li berxweda. Bi vîna xwe jiyan kirin her dem hêz daye min. Bi kedê xwe dema ku pere qezenç dikim gelek kêfxweş dibim û xwe hîn azadtir dibînim."

'Ji ber tundiya dewletê em neçar man gundê xwe berdin'

Samîha diyar kir ku piştî mirina hevserê xwe ew dûkanek biçûk vekiriye û tulbentê ku keça wê li Amedê bi kedê xwe çêdike difroşin û wiha debara xwe dikin. Semîha got ji ber tundiya dewletê di salên 90'an de ew neçar mane koç bikin û wiha domkir: "Min dixwast li gundê xwe bama lê dewlet destûr neda vê yekê. Me zilma dewletê gelek dît. Dema ku em koçî Edenê bûn zarokê min gelek biçûkbûn ji ber wê jî em rastî gelek astengî hatin. Berî 12 salan min hevserê xwe winda kir û ez bi tenê xwe mam. Lê tu caran li hember zehmetiyê jiyanê min pes nekir û min têkoşîna xwe berdewam kir. Her roj saet 08.00'an de hişyar dibim. Carnan tiştên ku difroşim baş diçe carnan jî kêm dimîne. Ez pir pere qezenç nakim hima bila perê nanê min derê besê mine. Zarokên min hemû zewicîne û têkoşîna jiyanê didin. Ez bi tenê serê xwe dijîm, ji ber mal ya mine ez zêde zehmetiyê nakêşim."

'Tenê hêza jinan dikare şer bide rawestandin'

Semîha balkişand ser konsepta şer a ku li herêmê li dijî Kurdan hatî despêkirin û wiha got: "Her roj ciwanên me tên kuştin û dilême dişewite. Erdogan ji bo desthilatdariyê xwe welat xist nava şer. Kurê Erdogan dê ji xwere bigere û ciwanên Kurd bêne qetilkirin. Ev çi mirovtiye? Em wek dayîk ne şer ne jî dixwazin zarokên me bên kuştin. Em aştî û aramî dixwazin. Êdî em li kolanên xwe jî rihet najîn. Gund û malên me şewitandin niha jî li taxên ku em lê dijîn tundiyê dikin. Em ê wek dayîk destûrê nedin vî şerî. Heya dilopê xwîna xwe a dawî em ê têkoşîna aştiyê bidin. Tenê hêza jinan dikare şer bide rawestandin. Bila werin û destê xwe bidin destê me û ev şer bê rawestandin. Dayîkên polîs, leşker û gerîlla em bibin yek û pêşî li xwîna ku tê rijîn bisekinin. Em aştiyê dixwazin û dê aştî bi serbikeve."

(rc)