Nîroza biçûk hemû astengiyan bi têkoşîna jiyanê derbas dike

09:17

Jînda Azad/JINHA

TIL TEMIR - Nîroz Ahmed Hesen a 10 salî ji ber ji nexweşiyek ji zaroktiya xwe astengdar dibe, lê li hemberî hemû nêzîkatiyên kêm dîtinê bi serkeftinên xwe têkoşîna xwe didomîne. Armanca Nîroz ya demê pêş wênesaz û zanyariya zimanê Kurdi ye.

Nîroz Ahmed Hesen a 10 salî ya ku li bajarê Til Temir a Kantona Cizîra Rojava dijî, ji ber nexweşiyek ku di zaroktiya xwe de derbaskiriye felç dimîne. Nîroz a ku ji ber pişta xwe astengiyê dikêşe, li dijî nêzîkatiyên kêm dîtin jî di navde hemû astengiyên jiyanê re têkoşîn dide. Nîroz a ku refa 4'mîn dixwîne, ji ber şert û mercên şer navber dabû dibistana xwe. Piştî vegera xwe a dibistanê kêfxweşe.

Nîroz anî ziman ku ew ji zaroktiya xwe astengdare û wiha hestê xwe vedibêje: "Dema ku min didît hevalên min dileyzin û bazdidin, di dilê xwede min digot xwezîka min jî karîba bazdabama. Lê ez rûnîşkandî jî namînim. Ji ber ku diçim dibistanê û gelek cihên din ez kêfxweşim. Ez di dibistan û wêne xêzkirinê de gelek bi serkeftî me. Niha ez diçim Dibistana Şehît Jînda û perwerdeya xwe li wir dibînim. Piştî şer hemû dibistanên bajarê Til Temirê hatin girtin. Piştî ku dijmin ji bajarê me hatin paqijkirin cardin dibistan vebûn û me dest bi perwerdeya xwe kir, ev yek jî min gelek kêfxweş dike.

Nîroz diyar kir ku ji ber ew astengdare mirov biçavek kêm lê dinêrin û ev yek wê gelek tangav dike û bi lêvkir ku divê cihên taybet ji bo astengdaran bê amede kirin. Nîroz wiha got: "Gotina 'hatî îsbatkirin ku eger mirovek nekaribe tiştek bike û mijûl bibe astengdare' min gelek aciz dike. Dibe ku ez astengdarbim, lê armancê min hene. Ez dixwazim bibim zanyarê zimanê Kurdî û wênesaz. Hemû zarokên astengdar bila nebêjin ku em nikarin tiştek bikin, ji ber ku astengdarê jiyanê di heman demê ji têkoşîna jiyanê jî dûr dikeve. Divê hemû sazî cihek ji bo zarokên astengdar amede bikin."

(rc)