'Jiyan bi axê re ji nûve şîndibe'
09:16
Sorgul Şêxo-Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR - Li Rojava jiyan bi keda jinê ji nûve tê avakirin. Jin tu caran li hember mêtingeriya serê xwe ne tewandiye û ji bo jiyana hevpar kedên mezin dide.
Li Rojavayê Kurdistanê jin ji bo debara xwe bikin ketine hewldana hêsan kirina jiyanê. Di nava şert û mercên şer de jinên ku tu caran bê çare namînin, dest bi xebatên jiyanê kirine. Li gundê girêday bajarê Til Temirê jinan li kêleka malên xwe zevî çandine û bi kêfxweşiyek mezin baxçeyê xwe xwedî dikin. Jinan dan zanîn ku ew hîn zêdetir hebûna xwe bi xwezayê îfade dikin û hewldidin ji tune bûnê hebûnê avabikin.
'Jiyana gund rihê hevpar avadike'
Jina bi navê Gemra Yunus derbarê karê xwe de wiha got: "Di nava xwezayê de jiyan kirin, mirovan aram dike. Hemû pêdiviyên jiyanê bi kedê mirov pêk tê. Jiyana gund rihê hevpar avadike. Di serî de me pêdivî ji bazarê pêşwazî dikir, lê tişt gelek giran bûye û nayê kirîn. Ji ber vê min baxçe li kêleka malê xwe çand û em wek jin têde dixebitin. Zivistan tê em amedekariyê xwe dikin û sebzeyan hişk dikin. Pêdiviyên mal em hemû ji baxçê pêşwazî dikin."
'Jiyana bajara bi aloziye her tim'
Gemra diyar kir ku, di nava xwezayê de jiyankirin di warê manevî de jî mirovan bi hêz dike û wiha got: "Jiyana bajaran di her warî de mirovan teng dike û xûliqkariyê dide winda kirin. Di warê têkiliyên manevî de û di warê debariyê de her pirsgirêk dertê holê. Jiyana bajara bi aloziye her tim. Li gund dema em jin li hev dicivin û dest bikar dikin di heman demê de em pirsgirêkê hev jî guhdar dikin. Ev têkilya mirov a civakî bi hêz dike."
'Em amedekariya xwe a zivistanê dikin'
Gemra anî ziman ku ew sebzeyên ku ji baxçê berhevdikin amedekariyê zivistanê dike û got: " Em hertim li gorî demsalan tevdigerin. Buharê em şitlê îsot, firingî, becanê reş û h.w.d tînin diçînin û heya havînê xwedî dikin. Piştî ku çêdibin em hem xarinê xwe çêdikin hem dibin bazarê difroşin hem jî amedekariyê zivistanê dikin. Hem baxçe û hem sewalan em xudî dikin û bi vî aweyî em debara xwe bêy ku pirsgirêk derê pêşwazî dikin.
'Jiyan bi axê ji nûve tê afrandin'
Germa wiha dawî li gotina xwe anî: "Eger rojek destê me negêje axê sebra me nayê. Wekî ku tiştek ji jiyana me kêm dibe. Her çiqas zehmetiya xebatê hebe jî lê dema ku em sûdê digrin kêfa ev yek me gelek kêfxweş dike. Hemû xwarinê ser sofrê bi kedê destê me tê amede kirin. Gelek zarok ji ber kar ji mafê xwe yê perwerdehiyê bê par dimîne. Ev yek jî para me hemûyane. Divê em ji bo zarokên xwe jî pêşerojek bi aram amede bikin."
(rc)