Li Edeneyê salçeya zivistanê bi desê jinan amade dibe
09:09
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Jin bi tecrubeyên xwe yên hezar salan berhemê ku xwezyê pêşkêşî mirovan kiriye jê sudê dibînin. Jinên Edenê dibin germa zêde de amadekariyên zivistanê dikin. Jinên Edeneyê yên ku salçeya xwe bi destê xwe amade dikin dibêjin: "Tama salca amade nîne."
Edene yek ji bajarên Tirkiyê yên ku herî zêde koçber lê bicîh bûne ye. Koçberên ku li wê bi cîhbûne çandiniyê û hilberînê dikin. Jinên ku her havîn salçê çêdikin li vêderê jî kevneşopiyên xwe berdewam dike. Sebiha Olgun a ku 41 sal berê ji navçeya Hîzana Bitlîsê koçî Taxa Gulbahçesi ya navçeya Seyhana Edenê kiriye 25 salin bi çêkirina salçê debara xwe dike. Sebiha ya 57 salî û dayîka 8 zarokan di dikana bin mala xwe çêkirî de bi mekînê salçê çêdike. Sebiha her serê qovayê 2,5 lîreyan qazanc dike. Ji ber îsal îsot giranin ji cîranên xwe zêde pere negirtiye lê salên berê qazanca wê zêdetir bû.
'Yên îsotan hem pak dikin û hem jî dikin salça jinin'
Sebiha destnîşan kir ku ti karê jin nikare bike nîne û wiha domand: "Jin bûn nayê wateya kar nekirinê. Ev karê ez niha dikim jî dibêjin karê mêrane, lê ez wiha na fikirim li gorî min jin her karî dikarin bikin. Ez bi zarokên xwe re dixebitim û em gelek bi dil vî karî dikin. Ji xwe yên îsotan pakdikin, hişkdikin û dikin salça jî jinin. Ji merhela despêkê heya dawiyê jin dikin. Ev pîşeyek ji kevneşopiya jinê tê."
Sebiha piştî ku îsotan ji mekînê derdixe dide ber tavê û bi rojan li benda hişkbûna wê dimîne. Sebiha salçeya ku ji mekînê derdixe dixe hindirê tepsî û firaxên mizin dide bertavê, ji bo toz neçitê serê hemûyan bi tulbendan digire û her roj qontrol dike. Sebiha ya ku karê xwe bi sebir û heskirin dike wiha axivî: "Di rojên zivistanan ên sar de reng dide xwarina zarokan. Jin her dem heskirinê nîşan dide û fedekare."
'Tama salça amade nîne'
Yek ji jinên din ên salçê çêdike jî Semiha Alataş e ku her havîn 100 kilo îsot digire û bi mekînê dixe salça. Semiha anî ziman ku îsal hem îsot kêmin û hem jî bi buhane kiloya wê bi 1,5 ane. Semiha bilêv kir ku salça pêdiviya malê ya herî serekeye û wiha berdewam kir: "Em hînî amadekariya salçê bûne, ji ber em a amade naxwin. Ji ber salça amade tama wê nîne, ya em bi destê xwe çêdikin zêdetir bitame û em bi rehetî dixwin. Weke kevneşopiyekê amadekariyên zivistanê yên weke çêkirina salê û amadekirina zeyîtunên şîn em bi destê xwe çêdikin."
(zt)