Jiyana piştî şer dibin piran de mayî

11:17

Ceren Karlıdag/ JINHA

İZMİR - Welatiyên Sutiyê yên ku ji ber êş, nexweşî û hejariya ji koçberiyê û şer mayî jiyana xwe dibin piran de derbas dikin. Jina pîra dibin pira nivîsên weke "Bijî şerîet de" dijî bê xeber di şevek bê wext de her tiştên xwe li peyî xwe hêlaye û ketiye rê, ew rêya mirinê vedibêje.

Ji ber şerê navxweyiyê Suriyê li her bajar û deveran şopên şer ên kur dixwiyên. Yek ji bajarên herî zêde koçberên Suriyê lê bicîh bûne jî Îzmîre. Suriyeyî ji bo çuna Ewrupayê Îzmîrê weke deriyek baş dibînin. Jiyana Suriyeyiyan jî di çavê esnafên Îzmîrê de bûye mijara bazarê. Bi 25 lîreyan êlegê mirinê li xwe dikin, yên vêqasê jî nevînin dibin piran de jiyana xwe derbas dikin.

Şevekê jiyanek kuca...

Dibin pirek a nêzî Otogara Îzmîrê 3 malbatên ji Helebê hatine dijîn. Mezina malbatan jinek pîre diyar dike ku ev deh mehe ew dibin wê pirê de dijîn û got: "Hinek ji zarokên min jî li wê li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikin." Jina pîr dema ku diaxive dem dem çavên wê tejî rondik dibe, birîna piyê xwe nîşan da û da zanîn ku birîna wê vegeriyaye nexweşiyê ji bê dermankirinê. Jina pîr destnîşan kir ku di sibehiyek şer gelek giran di saet 04.00'an de ew ketine rê. Jina pîr anî ziman ku Dema ew li malbûn DAIŞ'ê hemû cîranên wan qetilkirin, ew revîn xwe xilas kirin. Dema ku ev digot ji gotinên weke "Bijî serîat" yên ser dîwarên pira dibinde dijî bêxebere.

Paşê 4 neviyên wê hatin gel wê. Pîrê bilêv kir ku zarokên wan hemû nexweşin, tayîbetî jî rewşa yên biçuk gelek girane. Li gel hemû tiştî jî zarok dikenin. Pîra wan jî derbirî ku ew herî zêde ji ber neviyên xwe nerihete û got: "Em ditirsin ku zarokên me, neviyên me, keçên me birevînin bibin serê wan jêbikin, ji ber tiştên wiha gelek çêdibe."

'Gelek xwîn herikî ez neçum nexweşxanê'

Paşê dayîka zarokan Ayşe hat gel wan û got: "Bi fermî temenê min 24 sale, lê piştî şer êdî herî kêm ez 100 salî me." Ayşe yek ji jina rengê herî bi êş yê şer dîtiye. Bersiva pirsa jinek ciwana ducanî li ser rêya koçberiyê, li welatek biyanî di kolanên nayê zanîn de digere bi Ayşe re veşartiye. Ayşe dibêje: "nayê kêşan" Ayşe da zanîn ku zaroka wê ya 4 mehî ji ber çuye. Ayşe şermdike êşên ku jiyan kiriye vebêje û wiha diaxive: "Min nedizanî çawan bû. gelek xwîna min çu. Li gel gelek xwîna min çu jî ez neçum nexwşxanê."

Jinan diyar kirin ku bi her derketin û avabûna rojê re tenê xeyalên wan vegera ser axa wane û wiha gotin: "Herî kêm ji bo tenduristiya zarokên me bila alîkariyê bidin me."

(zt)