Li Şengalê jiyan carek din bi destê jinan diafire

09:53

Jînda Asmen-Amara Tolhildan/JINHA

ŞENGAL - Gelê Êzidî ên ku rastî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatine û xwe spartine çiya, ji bo ku çanda xwe wenda nekin bi destê jinan ji nûve tê afirandin. Jinên ku li çiyayê Şengalê ji tunebûnê hebûnê diafirînin, ji bo ku jiyanê hêsan bikin kedên mezin didin.

Bi hezaran Êzidiyên ku neçar mane ji ber qetiliama çeteyên DAIŞ'ê birevin, xwe spartin çiyayê Şengalê. Hêzên YJA Star, HPG, YPJ û YPG'ê ên ku bi hewarê hezaran Êzidiyên ku rastî qirkirinê dihatin çûn, li aliyê din hemû cîhan li hember qetilîamê bê deng ma. Êzidiyên ku xwe spartin çiyayê Şengalê hêzên xwe ên parastinê YPJ-Şengal û YBŞ'ê avakirin. Jinên ku herî zêde ji şer bandor bûne, li hember hemû zehmetiyan jiyanek nû bi rêxistin dikin. Yek ji van mînakan avakirina jiyana nû, tendûra ku jinan li çiyayê Şengalê avakirine.

'Em ji tunebûnê jiyanek nû diafirînin'

Muhbet Salîh da zanîn ku wek jin ew di nava şert û mercên zorde be jî ji bo afrandina jiyanek xweş ew kedên mezin didin û ji bo pêdiviyên xwe ên nan jî ew tendûr çêkirine. Muhbet derbarê çêkirina tendûrê de jî wiha agahî da: "Ji bo ku tendûr bê çêkirin, di serî de bi keviran em cihek girover çêdikin. Piştre jî ji ber ku ka tuneye herî bi gihayên hişkbûyî em distirin û li kevirên ku me daniye siwaq dikin. Li van çiyayan tiştek tune be jî em wek jin ji tunebûnê jiyanê diafirînin. Jin ji bo debara xwe û hêsankirina jiyanê gelek ked dide, lê mêr di vî mijarî de bê berpirsyare. Jin derdê jiyanê hîn bêhtir dikêşe û di warê fikrê xwe de jî ji mêr pêşdetire. Jin jiyan bi xwe ye û li kur dibe bila bibe hîn zêdetir xwedî li jiyanê dertê û avadike."

'Wek jin em her tişt li hev parvedikin'

Canda Haydar jî anî ziman ku ew tendûrê tevî Muhbet çêkirine û wiha got: "Em li vir jiyanek nû diafirînin. Ji bo em jiyana xwe hêsan bikin çi ji destê me tê em dikin. Pêdiviyên xwe ên avê, em ji bîrê dertînin. Piştre jî me hewiza avê çêkir. Niha jî ji bo pêdiviyên xwe ên nan jî me tendûr çêkir. Ji ber ku ardûyê me tune bû me nedikarî em her roj nan çêkin. Ji bo vê yekê me tendûr çêkir. Her du rojan em 20-25 nan çêdikin. Li vir wek jin em her tiştî bi hevre parvedikin."

Zarokên ku mînak ji dayikê xwe digrin tendûra biçûk çêkirin

Zarokên pêşerojê dayikê xwe mînak digrin û tendûrê li gorî bejna xwe çêdikin. Zarokên ku çêkirina tendûrê weke leystûkê dibînin bi coşek mezin giha û kevir berhevdikin û herî çêdikin. Nimûneya baş ji tendûrê ku zarokan çêkiriye diyar dibe. Zarokên bi navê Xanan, Şaha û hevalên wan şêwayê çêbûna tendûrê didin nasîn û berxwedana jiyanê tevî dayikên xwe hîndibin.

(rc)