Ji bo jiyan têkoşînkirin
10:53
JINHA
KOBANÊ - Dayîka 5 zarokane li hember zor û zehmetiyên jiyanê têkoşînê dike û dixebite. Bi makineya xwe ya cil dirutinê zarokên xwe xwedî dike.
Helîma Şêx Wês ya 37 saliye dayîka 5 zarokan e. Ji bajarê Kobanê ye û li hember zor û zehmetiyên jiyanê û zihniyeta civakê têkoşîn dike. Zarokên xwe bi keda destê xwe xwedî dike û debara xwe jî wiha dike. Ji bo ku zarokê wê muhtacê derdor nebin kedek mezin dide. Helîme di 17 saliya xwe de dizewice. Piştî zewacê li ber destê xesiyê xwe hînê dirûtinê dibe û ev 18 salin bi dirûnê debara xwe dike. Helîmeya ku li Helebê dijî piştî şer û alozî neçar dimîne derbasî Kobanê bibe. Helîme bêy ku dev ji dirûnê berde li Kobanê jî di şert û mercên zehmet de cardin dirûnê dike.
Di berxwedaniya Kobanê ya 15`ê îlonê de welatiyên herêma Kobanê ji ber şer êrîşên çeteyan neçar dimînin ji herêmê derketin û berê xwe dan bakurê Kurdistanê. Helîma piştî Kobanê carek din neçariyê koçeriyê dibe û vê carê berê xwe dide bakurê Kurdistanê. Lê hevserkê wê Mustefa li Kobanê dimîne û dijî çeteyan têdikoşe. Helîme û 5 zarokên xwe û diçe mala birayê xwe yê li Riha yê dimîne. Li Rihayê jî Helîme 5 mehan dimîne û karê dirutinê dike.
'Şerime em dev ji bajarên xwe berdin'
Helîme anî ziman ku her car ew bi hevserê xwe re dipeyivî û jê daxwaza derketinê ji Kobanê dikir û wiha got: " Lê her car heman bersivê dida min û digot heyan çeteyek di bajar de hebe ez dernakevim û ji me re şerme ku em dev ji bajarê xwe berdin û derkevin. Piştî ku Kobanê ji çeteyan hat rizgarkirin dîsa min ji hevserkê xwe re got bes e ka were, lê dîsa got ku heta çend kilometre çete em ji bajar dur nexin ez nayêm. Cara dawiyê ez hevserê xwe re axivîm bi awayek pir heyecan ji min re got Helîme me çete heya gundê Gulmite ji Kobanê dur xistine. Êdî hûnê van rojan vegerin. Lê ew cara dawiyê bû ku ez bi hevserê xwe re peyivîbûm roja piştî wê agahiyê şehadetê wî hat."
Helîme piştî şehadeta hevserê xwe ji bakûrê Kurdistanê derbasî Kobanê dibe. Ji ber rewşê debariyê rastî gelek astengiyan tên. Ji ber şahedeta hevsera Helîme Saziyê Malbata Şehîdan piştgirî didin wan. Helîme diyar kir ku ji ber pirsgirêkê ceyranê ew herî kêm du ango sê kirasan didrû. Keça Helîme a bi navê Rodîn a 9 salî alîkariyê dayikê xwe dike û fêrî dirûnê cilan dibe.
(rc)