Bi kedê re hêviya jiyanê şîn dibe

09:49

Sorgul Şêxo- Jînda Azad /JINHA

TILTEMIR-Terfa Îbrahîm ji bo zarokên xwe xwedî bike di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê dide. Terfa bêy ku alîkarî ji tu kesî bigre bi hêza xwe dixebite û zarokên xwe mezin dike.

Li Rojavayê Kurdistanê şertên ku jin di navde dijîn zehmete. Lê her dem têkoşîna jina Kurd berdewam kiriye û xwestiya bi hêza xwe li ser piyê xwe bisekine . Yek ji jinên ku zehmetiyên jiyanê re têkoşînê dike jina bi navê Terfa Îbrahim e. Terfa Îbrahîma 50'î salî li bajarê Til Temira Kantona Cizîrê dijî û dayika 10 zarokane. Piştî ku hevserê wê diçe ser dilovaniya xwe Terfa bi hêzê xwe zarokên xwe xwedî dike û jiyana xwe bi rêve dibe.

'Dema ku lêgerîna jiyanê hebe mirov bi hêz dibe'

Terfa a ku li gundê Hemra dijî anî ziman ku jiyana wê tevde di nava zor û zehmetî de boriye. Terfa got: "Ji ber kevneşopiyê civakê û hişmendiya li hember jin ji zaroktiya xwe weke jinek her rastî zehmetiyên jiyanê hatime. Di serî de malbat piştî ku zewicîm jî malbatê hevserê min gelek tedî li min kirin. Lê li hember hemû êş û elemên jiyanê tu caran min dev ji têkoşîna jiyanê berneda. Her mirovek dema ku tê dinê dikeve nava têkoşîna jiyanê. Li aliyê din dema ku lêgerîna jiyanê hebe mirov bi hêz dibe. Jina ku li hember kevneşopiya civakê serî bitewîne tu caran di jiyanê de nikare serbikeve."

Terfa anî ziman ku piştî mirina hevserê wê ew bi hêzê xwe berpirsyariya jiyanê hildaye ser milê xwe û got: "Bi serê xwe 10 zarokan xwedî kirin zehmetiya wê geleke. Ji ber mirov neçar dimîne hemû pêdiviyê jiyanê û zarokan pêşwazî bike. Ji bo jiyana xwe û zaroke xwe ez ketim nava hevildanê û min gelek kar kir. Bi pereyên ku min berhev kiriye min pê çêlekek stand. Niha jî ez çêlekê xwedî dikim û ji şîrê wê sûdê werdigrim. 6 Keçê min zewicîn, rewşa min a aborî jî niha îdare dike."

'Keda jinan her tim hatiye înkar kirin'

Terfa her wiha diyar kir ku divê her jinek ji hêza xwe bawer bike û wiha pêde çû: "Digel hemû şert û mercên jiyanê ên zehmet ez hîna li ser piyê xwe me. Baweriya min bi hêza min hebû ji ber vê yekê ez bi serketim. Kesayetê ku rast têbikoşe ew kesayet tu carî jiyanê de bin nakeve. Min her dem ji xwe re wek rêgezê jiyanê pejrand ku tu caran serê xwe li hember zehmetiyên jiyanê bitewînim û heya roja îro ez li pay wê gotina xwe me. Ji ber ku bi hêzê xwe wek jinek ser lingê xwe sekinîm gelek kêfxweşim."

Terfa bang li tevahî jinan kir ku bi xwe bawerbin û berpirsyariya jiyanê hildin ser milê xwe û wiha dawî li gotina xwe anî: "Mafê kedê jinan her tim hatî bin pêkirin. Keda jinan hertim hatî înkar kirin. Ji ber vê divê hemû jin xwedî li ked û mafê xwe ya jiyanê derbikeve."

(rb/rc)