Çîroka jiyana sê jinên di nava şitilan de dixebitin dişibin hev ...

10:55

JINHA

MÊRDÎN - Çîroka jiyana sê jinên li Nisêbînê ser 5 hezar metrekare ax li gorî demsalan şitilan diçînin dişibin hev.

Ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve ser Rêya Barajê ji sala 2010'an ve herêmek 5 hezar metrekare ji bo çandina şitlan dide xebitandin. Li gorî demsalê şitlên çinar, çam, palmiye û şînatiyên ji bo xemilê tên gihandin. Di aliyê ekolojîk de bi xwezayî ew şitil bêyî ku ti made bên xebitandin tên gihandin. Xebatkarên ji bo gihandina şitlan dixebitin hemû jinin. Bi giştî 5 jin di nava şitilan de dixebitin, ji wan çîroka jiyana 3 jinan hema hema hemane.

Fatma Akyuz a ku 5 salin di nava şitilan de dixebite wiha axivî: "Hemû şitilên li vêderê tên gihandin hemû nû ne. Di nava şitilan de tenê jin dixebitin. Ji ber jin ji mêran baştir dixebitin. Jin bi ax û xwezayê re tênbahev. Niha dema hilberînê ye welatî tên di nava şitilên şaredariyê de şitilan dixwazin. Em ji bo Nisêbîn û gundên wê hilberînê dikin."

'Keça min qet bavê xwe nedîtiye'

Çîroka 3 jinên di nava şitilan de gihane hev û bi hev re dixebitin balkêşe. Hevserê her 3 jinan jî di nava girtiyên siyasî demrirêjin di girtîgehê denin û zarokên wan hîna bavê xwe nas nakin. Yek ji wan jinan jî Kadife Orak a ku 6 salin di nava Şitilên Şaredariya Nisêbînê de dixebite. Hevserê Kadife Orhan Orak 22 salin di girtîgehê de. Kadife keçek heye hîna bavê xwe nedîtiye, niha temenê wê 22 saliye jinek ciwane. Kadife wiha qala çîroka jiyana xwe dike: "Hevserê min girtiye. Leşkeran bi ser gundê me de girtin, di mala me de lêgerîn kirin û hevserê min girtin li gel xwe birin. Hevserê min girtin û cezayê heta hetayê danê. Ev 6 salin ez di nava şitilan de dixebitim. Em 3 jin dixebitim. Em serê sibê zu tên heya saet 5'ê êvarê dixebitin. Ji ber em bi gulan û axê re mijul dibin şanazin. Dema ku welatî tên gulan digirin em hîn zêdetir kêfxweş dibin."

'Zaroka min a herî biçuk piştî girtina hevserê min hat dinê'

Çîroka Ayhan Atalay a hîna zarokek 15 salî hatî zewicandin hîn zêdetir girane. Dema ku zewiciye piştî 3 salan dema ku ew 18 salî bûye hevserê wê Orhan Atalay hatiye girtin û ev 23 salin di girtîgehê dene. Dayîka 3 zarokan Ayhan zarokek wê jî piştî girtina hevserê wê hatiye dinê. Ayhan anî ziman ku salên demdirêj karkeriya demsalê kiriye, piştî wan karên zor ji ber niha li bajarê xwe bi axê ve mijul dibe kêfxweşe û wiha domand: "Ji ber doza siyasî hevserê min hat girtin. Zaroka min a herî biçuk piştî hevserê min hat girtin paşê hatiye dinê. Ez bi zarokên xwe ve tenê mam. Dema ku hevserê min hatî girtin zarokên min biçuk bûn, lê niha mezin bûne. Ez bi salan li metrebolan xebitîm, min findiq û pembû komdikir. Ji bo ku ez zarokên xwe xwedî bikim her roj ez di karek cuda de dixebitîm. Ji ber hevserê min di girtîgehê debû, lingek min li girtîgehê yê dinê ji derve bû. Zarokên min bêyî bavê xwe bibînin mezin bûn. Niha kurê minê herî biçuk 22 saliye."

'Em bi saya tevgera jinên xwe tînin ziman'

Ayhan bilêv kir ku ev nêzî 2 salane ew di nava şitilan de dixebite û wiha berdewam kir: "Em torbên axa gulan tijî dikin û gulan av didin. Em paşê şitilan li cihê wan bi cîh dikin. Welatî tên şitil û gulên em digihînin digirin. Hinek ji bo mala xwe, hinek ji bo mizgeftê û hinek jî ji bo gund tên digirin. Ev kar girane mirovan diwestîne lê xweşe jî." Ayhan bang li jinan kir ku got: "Bila jin ji bo zarokên xwe û mala xwe bixebtin. Berê jinan şerm dikirin, hîna jinên şerm dikin hene. Niha bi saya tekoşîna jinan em dikarin di şertên hîn baştir de xwe bînin ziman."

'Ked mirovan şanaz dike'

Çîroka jiyana dayîka 5 zarokan Sultan Oral jî dişibe ya hevalên wê yên kar. Sultan a berî 6 salan hevserê wê hatî girtin jî wiha axivî: "Ez jî 6 salin li vêderê dixebitim. Hevserê min jî ji doza siyasî 6 salin di girtîgehê dene. Berê jî 2 sal di girtîgehê de mabû. Ez niha li zarokên xwe dinêrim. Ji ber ez ne li ser axek biyanî di bajarê xwe de li ser axa xwe dixebitim ji bo wê zoriyê nakêşim. Ked mirovan şanaz dike."

(zt)