Ji maxdûrê şîdetê Sîam: Bêdeng nemînin!

10:11

Rûksen Efrîn - Şevîn Şervan/JINHA

QAMIŞLO - Sîam Muhammed Yusuf a ku temenê wê 30 salî ye, piştî zewacê 7 salan her dem ew şîdet dît. Sîama ku piştî salan rastî şîdetê hatî xwe dispêrê Mala Jin û bang li jinan dike: "Bila tu jin wek min bêdeng nemînin. Bila berê xwe bidin Mala Jinê û pirsgirêkên xwe li wê çaraser bikin û mafên xwe daxwez bikin."

Li kuderê cîhanê dibe bila bibe li her derê şîdeta ser jinan bê sînor tê meşandin. Ji ber zîhniyeta desthilatdariya mêr, ji welatên pêşketî heya welatên paşketî di warê şîdeta li ser jinê de ti cidabûn nayê jiyan kirin. Sîam Muhammet Yusuf a 30 salî ku li bajarê Qamişloyê a Kantona Cizîrê dijî yek ji jinên rastî şîdetê hatiye. Sîam piştî ku bavê wê zewaca duyem pêktîne ew jî dizewce lê 7 salên ser zewaca wê re derbasbûye hîna jî ew hertim rastî şîdetê hatê. Sîam ji ber ku alternatîfa jiyanek din li pêş wê nemabû ji bo zarokên xwe şîdeta ku dihat kirin jî tehmûl kir.

'Mêvanên dihatin mal diqewitandin'

Sîam anî ziman ku ji hevserê xwe veqetiye û agahiyê malbatê bi vê yekê tûne ye. Sîam da zanîn ku ew piştî du mehan cuye Mala Jinê û zarokê xwe dîtiye û got: "Dayika min vefat kir. Bavê min piştî vefata dayika min zewicî. Hevserê min Esat di wê demê de min xwest, min jî qebûl kir û em zewicîn. Piştî ku em zewicîn dest bi heqeretê kir û li min dida. Ez du canîbûm lê cardin li min dida. Dayik, xweşik û birayê wî jî êrîşê min dikirin û ew jî li min didan. Dema ku mêhvanê min dihatin bavê hevserê min li ber derî ser min de qîrdikir û digot 'çima hatine' wiha mêhvanê min ji ber derî diqewitandin."

'7 sal min şîdet dît'

Sîam anî ziman ku ew her ku rastî şîdetê dihat xwe dispart xasuyê xwe û wiha domkir, "Xasuyê min her car digot ' biçe malê xwe rûne' û min cardin dişand mala ku ez her car şîdetê lê dibînime. Min digot ger zarokê min çêbibin ev rewş wê baş bibe. Lê sê zarokên min çêbûn û baş nebû. Ji ber pirsgirêkê ku min dijî diçûm ba bavê xwe. Min nedikarî derdê xwe ji wan re jî parve bikim. Eger min rewşa xwe gotiba, tirsa min ewbû ku min ji zarokên min dur bixin bû. Ji ber vê min hemû êş û azar ji ber zarokên xwe tehmûl kir. Her ku vedigerîm malê nêzîkatî weke berê bû ne dihat guhertin. Hevserê min ne dihat ba min lê dema ku medê min nexweşba li min dida. 7 sal jiyana min wiha borî."

'Li min da û avêt kolanan'

Sîam diyar kir ku ew rastî gevê dayik û bavê hevserê xwe jî dihat û ji ber vê ew xwe spart Mala Jinê û got: "Zarokên min biçûkin, divê ez wek dayik bi wan re mijûl bibim. Bêy zarokên xwe nikarim jiyan bikim. Ez dixwezim zarok û mafê xwe ji wan bigrim. Malbatê hevserê min û zewaca min jiyana min reşkir. Hevserê min demek kûrt bi min re başbû. Lê malbata wî rihetî nedidan me. Min vê rewşê bi hevserê xwe re jî parvekir. Lê ew jî bertek nîşanî min da û got 'navbera min û malbatê xirab neke' û ji ber vê yekê şîdet li hember min bikaranî. Herî dawî dema ku li min da û avêt kolanan. Bi rojane ez zarokên xwe nabînim îro ez wan cara yekê dibînim. Dixwezin zarokê min bidin malbatê zarokên wan tuneyî."

Bang li jinan kir: Bêdeng nemînin

Sîam anî ziman ku ji ber şîdeta ku didît nedizanî xwe bispêrê kuderê û wiha got: "Min Mala Jinê nasnedikir. Min naskiriba ewqas sal ez ê rastî şîdetê nehatibama û pirsgirêkê min wê di demek kûrt de çareser biba. Bila tu jin weke min bê deng nemînin, bila werin Mala Jinê û pirsgirêkê xwe çareser bikin û mafên xwe daxwez bikin. 7 sal min êş û azar kişand bila jinek din jiyan neke vê êşê."

(rc)