Li Qoserê pirojeya 'Tenurên Mala' dikevi meriyetê

11:32

Rojbin Kaçan/JINHA

MÊRDÎN - Şaredariya Qoserê, ji bo zêdekirina çalekiyên jianan û bi destxistina berhemên aborî pirojeya "Tenurên Mala" dixe meriyetê,

Şaredariya Qoserê, ji bo ku jin bi awayek çalak bejdari berhem aninê bibin û da ku ev keda wan berçav bê dîtin pirojeya "Tenurên Mala" dixe meriyetê. Bi çêkirina van tenûrên mala hem ew tenuren ku bê seruber derdor qirêj dikin wê rabin hem ji bi carekê germkirina tenûrê we gelek jin nanê xwe li heman tenurê bidin û amade bikin. Di nava pirojeyê de we ev pirojeya " Tenurên Mala" li taxên Turgut Özal, Atatürk û Koçisar bên avakirin. Endamên meclisa şaredariya kiziltepeyê Mizgîn Çoku, Türkan Erol û karkera politikayên jinan Zîlan Özel wê xebatan di cihê wan de lêkolîn bikin. "Dixwazin keda jinan ya di nava malê de bê şêweyek ku bê dîtin".

Endama Meclisa Şaredariya Qoserê Mizgîn Çoku diyar kir ku ji bo jin di nava xebata hevpar ya civakî de pîşeyek nû derbixin û koperaktifek nu bê sazikin û keda jina ya ku di nava malê de nayê dîtin bê dîtin û heqê keda xwe bigrin ev piroje û pirojên din yên wisa wê bêxin meriyetê. Mizgîn da diyarkirin kû em ji bo paqijiya xwezayê ji hişyarin, ev cûrên nû yên tenûran zererê nadin xwezayê. Mizgîn anî ziman ku ji sedî 80 nanên tenurê tên mezaxtin, firotin.

Mizgîn da diyarkirin ku niha tenê sê tenûr xebat dikin bi demê re wê li gişt taxan bilav bikin, ji bo pêşi girtina li çanda jinan bê girtin û ev çand bê bilavkirin xebat tê kirin. Mizgîn diyar kir ku di xebata tenuran de jin di nava hevkariyêden, li gel vê ji berhemê xwe derdixin û wiha domand: "Di nava navçeyê de ji sedî 80'î ev nanên tenûrê tên mezaxtin. Berêde jinan tenûr û derdora wê bi destê xwe çêdikirin bi vê pirojê hêsankariyek ji wan re çêbûye."

Mizgîn di dawiya axafitinên xwede da diyarkirin ku bi vê pirojeyê hem çanda tenuran li kiziltepeyê pêşdixin hem ji bi carekê germbuna tenurekê gelek kes dikarin nan berhem binin ji heman tenurê.

(dt/zt)