Rojavayîyên maxdûr dixwazin vegerin warên xwe

10:25

JINHA

STENBOL - Gelê Rojhilata Navîn, di tevahiya dîroka xwe ya şer de berdêlên giran jin û zarok dane. Li ser rûyê malbatên ku ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji Rojava koçberî Tirkiyê bûne, mirov vê rastiyê dibîne. Jinên ku di her qadê jiyanê de rastî zehmetiyên mezin tên, têkoşîna wan a jiyanê didome. Jinên Rojavayî behsa xerîbiya ku di warê ziman û çand de jiyan dikin kirin.

Li Rojhilata Navîn, statuyên netew dewlet û Kapîtalîzim bi rêvebirina şerê hegemonye Rojava jî ji bo berjiwendiyê xwe kirin navenda şer. Di serî de li hember jin û gelê qedîm yên herêmê sûcek mezin hat kirin. Gelê Rojhilata Navîn, di tevahiya dîroka xwe ya şer de berdêlên giran jin û zarok dane. Di şer de kesimên ku tên îstîsmar kirin jin û zarokin... Jinên ku dibin maxdûrê şer neçarî koçberî û bi ûcretek kêm ya xebatê dibin. Ji ber şert û mercên zehmet gelek jin ber bi fuhşê ve tên birin. Her wiha jin cardin ji aliyê civakê ve rastî heqetetan tê. Di encamê siyasetên qirêş û şerê ku li Rojava pêk tê bû sedem ku jin weke ganîmet bê dîtin. Di tevahî dîroka mirovahiyê de ji ber şerên desthiladaran jin her dem bûye qurban û li bazaran hatine firotin û mecbûrê karê giran lê hatî kirin. Gelek jin vê rewşê nepejirandin û li dijî wê agir berdan bedenê xwe. Jinên ku ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê neçar mane, di nava şert û mercên giran ya koçberiyê de li Tirkiyê dijîn, behsa zehmetiyên xwe ji mere kirin.

'Ez dixwazim vegerim Efrîn ê'

Nebîle Alî berî du salan ji ber hovîtiyê çeteyên DAIŞ'ê li semta Tarlabaşi ya Stenbolê jiyana xwe didomîne, wiha qala behsa hovîtiyê DAIŞ'ê kir: "Çeteyên DAIŞ'ê, cih û warê me bombebaran dikir. Li dora Efrînê xwe bi cih kiribûn û topan davêtin me. Ji ber rewşên şer kar û pêdiviyên jiyanê bi zehmetî dihat peyda kirin. Pêwîstî bi kar hebû ku em pêdiviyên jiyana xwe pêşwazî bikin. Ji ber vê em neçar man bên Stenbolê."

Nebîle ji ber şer neçar ma tevî malbatê xwe bê Stenbolê û li tekstîla Tarlabaşî ya Taksîmê bixebite. Nebîle got: "Di serî de dema em hatin Stenbolê di peyda kirina kar de me zorî kêşand. Ji bo jiyanê em neçarin ku bixebitin. Li Efrînê min kar nedikir diçûm dibistanê. Hemû xweşik û birayên min dixwendin, tenê bavê min kar dikir û debara me wiha pêk dihat. Lê li vir ji sibê heyan êvarê em dixebitin." Nebîle behsa zor û zehmetiyên xerîbiyê wiha kir: "Li vir em gelek zehmetî dikêşin. Em ji zimanê wan fêmnakin ew jî yê me. Lê em neçarin xwe li vir zorê bidin xwe ji bo ku fambikin. Efrîn gelek xweşe, xwezî şer lê nebaya û me li wir jiyana xwe domandiba. Ez dixwazim vegerim Efrîn ê. Êdî bila dawî li vî şerî bê."

'Efrînê gerîlla diparêzin'

Dayika Nebîle, Nadîa Mamê bêrîkirina xwe ya ax wiha anî ziman: "Ez dixwazim Efrîn rizgar bibe. Axê me gelek dewlemend û xweşe. Li vir jiyan kirin gelek zehmete. Em bixwazin niha vegerin Efrînê jî nikarin biçin. Ji ber ku hemû rê girtîne. Jiyana me ya Efrînê gelek xweşbû." Nadîa wiha domkir, "DAIŞ'ê nêzî Efrînê bibû, em duayan dikin ku nekeve Efrînê. Ez her dem dua dikim. Bi saya gerîllayên li wir nikarin bikevin Efrînê." Nadîa wiha behsa zehmetiyên xwe dike, "Hemû cîranên me baş nêzî me dibin. Piraniya wan jî malbatên Kurdin. Her dem alîkarî didin me."

'Li Suriyê TL'e derbasdare'

Nadîa anî ziman ku AKP'ê piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê û wiha pêde çû, "Niha li dora Efrînê ne perên Suriyê perên Tirkiyê derbasdare. Hemû pêdivî bi pereyên Tirkî tên pêşwazî kirin. Êdî destûrê bidin me em biçin ser axên xwe. Vê pirsgirêkê çareser bikin û vî şerî rawestînin. Wê demê bila her kes biçe warên xwe." Cîranê malbata Rojavayî Alîye Goga jî wiha got: "Dixwazin vegerin warên xwe, xwezî ev şer bi dawî hatiba û her kes çûba warê xwe. Em wek gelê Kurd her dem li gel wanin û emê piştgirî bidin têkoşîna wan."

Aliye da zanîn ku rewşa wan jî a maddî xirabe lê cardin ew xwarinê çêdike û li cîranên xwe belav dike. Aliye got, "Hêzê me têra me dike, em naxwazin hevalên me yên ji Suriyê hatine muhtacê dewletê bibin. Dewlet anî lê xwedî li wan dernakevin her wiha ji destê wan bê ew ê wan vegerînin. Eger dixwazin vegerînin çima we anîn vêderê?" Aliye qala zehmetiyên jinên Rojava kir û wiha got, "Dema despêkê hatin rastî gelek zehmetî û astengî hatin. Ne ziman ne jî vir nasdikirin. Bûka cîrana min bi halbû û sanciyên zayînê dikşand. Li derê malê min dan. Min jî wê girt û bir nexwaşxanê. Li nexweşxanê ji êşan hewarê wê bû lê erkdarên wir seranser nêz dibûn. Piştî ku ez mijûlbûm dawiyê me rakir û zarokê wê çêbû. Hevalên min yên Suriyê rastî gelek astengiyan tên."

'Em şer naxwazin'

Aliye destnîşan kir ku ew şer napejrînin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Wek dayik emê zarokê xwe neşînin şer. Emê leşker û polîsên xwe neşînin şer. Leşker jî zarokên mene. Bila kes mirovan neke amûrê şer. Bila dawî li şer vê. Eger şer dixwazin bila kur û keçên xwe bişînin şer. Bila ji me dûr bisekinin. Eger ciwanên me rabin ser piyan dê şerek xirab rû bide, em şer naxwazin."

(rc)