Jinên mexdurên koçeberiyê: Tundî bi vegera bajaran re despêkir

10:05

Ceren Karlıdag/ JINHA

İZMİR - AKP'ê li Kurdistanê carekdin dest bi şer û 'Herêmên ewlehiya tayîbet' kirine. Jiyana jinên kurdên di salên 1990'an de ji cîh û warên xwe bi zorê hatine derxistin û li bajaran bicîhbûna wan re zoriyên jiyanê despêkirine balê dikişîne.

Di salên 1990'an de ji ber tindiya dewletê li bajarên Bakurê Kurdistanê koçberî çêbûn. Jinên Mêrdînê ku wê demê koçî Îzmîrê kirine 20 salin bi hesreta memleketê xwe dijîn. Li gel hemû zor û zehmetiyan jî hêviya jinan demek zutir çêbûna aştiyê û vegera ser axa xwe ye. Cardin di 'Tirkiyeya Nû' de valakirina gundan despêkiriye, yên herî baş vê rewşê têdigihin ên berê koçberbûne, feqîrî, hejarî û êş jiyan kirine dizanin. Herî zêde Mêrdîniyên ku li Taxa Kadifekale ku di nava gel de weke "Mêrdîna Biçuk" tê binav kirin dijîn wê rewşa koçberiyê baş têdigihin. Taxa ku şopên Roman, Bizans û Osmaniyan yên beriya zayînê dixwiyên ji salên 1970'an koçberiya kurdan despêkiriye heya 1990'an berdewam kiriye, niha hejariya kurdan li wê taxê berdewam dike. Kadifekale hinek caran bûye Kurdistana aliyê rojava de, carnan bûye pêxistina agirê Newrozê, carnan jî bûye warê koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve û niha jî bûye cihê dema qala koçberiyê tê kirin beriya her derê tê hişê mirovan.

'Êdî gundek me yê vegerê jî nîne'

Despêkê mirovên dikevin hindirê Taxa Kadifekaleyê bêguman yekem tişta balêdikişîne ser tenûrê nanpehtina jinane. Nesure Îlmez jî yek ji jinên ser tenûrê nandipêjeye. Nesure di sala 1990'an de ji ber tindiya leşke û cerdevanan ji navçeya Mehserta Mêrdînê koçî Îzmîrê kirî wiha qala bêrîkirina gundê xwe dike: "Êdî gundek me yê em lê vegerin nîne, ma gelo ev ne bêmafiye? Ji derd û kulan me hemû bîranînên xwe yên li ser axa xwe jibîr kirine."

'Li cihê nan ez bêrîkirinê dipijînim'

Nerusre anî ziman ku dema ew nû hatîn her dem ser mala wan de digirtin û wiha domand: "Di odeyek weke quluban de em 15 kes diman, polîs her roj dihatin digotin; 'Hun li vêderê gerila diveşêrin.' Li gel dizanî cihek me yê em hinekan bigirin gel xwe jî nebû, lê dîsan jî em îskence dikirin. Dema em nû hatin tenê balgiyek me jî nebû em danin bin serê xwe." Nesure destnîşan kir ku wê berê çok komdikir, tiştên dest çêdikir, niha jî bi pehtina nanê tenûrê debara xwe dike û wiha berdewam kir: "Ez li cihê nan bêrîkirinê dipijînim. Min wiha bi keda destê xwe zarokên xwe da xwendin. Bila ev agir bitemire, aştî çêbibe ku em jî bikarin biçin gundê xwe ser axa xwe bijîn."

'Tindî bi bajarbûnê re despêkir'

Ayten Gulmez a ji navçeya Midyada Mêrdînê jî diyar kir ku tindiyan bi bajarbûnê re despêkiriye, koçberiya wan a ber bi bajêr ve gelek bi wan daye kêşan û wiha got: "Hewildidin bi madeyên hişberiyê zarokên me bixapînin. Em li vêderê gelek caran bûn şahidê firotina madeyên hişberiyê bi destê polîsan." Ayten a ku 20 salin di hindirê wê taxê de dijî da zanîn ku êdî ew gundê xwe tenê di xewa xwe de dibînin. Ayten anî ziman ku li gel hemû zoriyên wan dîtine jî carekdin dibêjin aştî û wiha dom kir: "Zarokên Erdogan naçin leşkeriyê, lê zarokên me yan li leşkeriyê û yan jî li çiyan jiyana xwe jidest didin. Êdî bese, bese, bese bila êdî dayîk negirîn."

'Di koçberiyê de tenê nexweşî para me ma'

Jina bi navê Sultan Çordag jî got: "Leşker hatin agir berdan malên me, xizmên me qetilkirin." Sultan anî ziman ku ji ber hesreta gundê xwe hevserê wê nexweş ketiye û çavên wî êdî nabînin û wiha dom kir: "Herî kêm dema em bimirin em dixwazin li gundê xwe bên veşartin, lê êdî ew jî nîne. Ev koçberî gelek zore. Ji koçberiyê tenê ji bo me nexweşî man. Bila êdî aştî çêbibin û êdî ev koçberî neyên jiyan kirin."

(zt)