'Niha dema dest dayîna heve û dawî li şerê navxwî anîn e'

09:59

JINHA

EDENE - Jinên ku ji ber dijminahiya 35 salan a di navbera du malbatan de zarok, hevser û birayên xwe winda kirine, ji ber ku HDP'ê wan li hev anîne, ew gelek kêfxweşin. Jinan diyar kirin ku dijmin bi zanabûn şerên bi vî rengî dixe nava civakê û gotin, "Dem dema têkoşîna hevpare û dawî li şerê bê wate anîne ye."

Li gundê Pîrîncîkê a navçeya Beytûşşebabê ya Şirnaxê berî 35 sal ji ber tundiyê du malbat neçar mane koçî Edenê bikin. HDP'yan ji bo ku dawî li vî şerî bînin di navbera herdû malbatan de li hev hatin pêk anî. Jinên ku di vê li hevhatinê de rolek mezin leystin, anîn ziman ku bi salaye ji ber şerek bê wate ew bedel û êşên mezin kişandine.

'Dijminahiya ji ber aşîret û axatiyê pêşiya rêxistinbûna me bû asteng'

Zerê Ozdemîr a 45 salî anî ziman ku, şerê 35 salan a di navbera malbatan de gelek bê wate ye û wiha domkir, "Bi salaye ciwanên me mirin xwîn rijî. Pergal hertim hewlda bi riya aşîret û axatiyê dijmintiyê avabike û pêşî li rêxistinbûna me bigre." Zerê diyar kir ku pêwîste dawî li vî şerê bê wate were û di pêvajoyek wiha girîng de gelê Kurd li hev werin û yekîtiyê avabikin û got, "Dijminahiya ku bi navê aşîretan dikeve navbera mede emê dawî lê bînin. Ji xwe dijmin vê yekê dixweze û pêşî li rêxistinbûna me digre. Pêwîste dijmin ji hêzê me a rêxistinbûyî bitirse."

'Ciwanên me bûn qurbanê vê leystûkê'

Zerê da zanîn ku ew bi salane li xerîbiyê dijîn û ciwanên wan bûne qûrbanê vê leystûkê û ya herî zêde jin êşê vê dijminahiyê kêşane. Zerê ji ber ku HDP'ê di navbera herdû malbatan de li hevhatin anî spasiya xwe anî ziman û got, "Başe ku partiya me heye. Bi dehan li hev hatin pêk anî. Yekîtî di navbera gelan de pêk anî. Di serî de em Rêber Apo û bi vê mebestê HDP'ê spas dikin."

'Jin ji bo azadiya gelan têkoşîn didin'

Zerê destnîşan kir ku,Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşî li azadiya jinê vekiriye û hêştiye ku di civakê de bibe xwedî maf û wiha domkir, " Niha jin li her derê û her qadê rolê xwe dileyze. Li Şengal, Kobanê û çiyayê Kurdistanê çek hildaye û tevî mêran têkoşîn didin û ji tevahî cîhanê re hêzê xwe datînin holê. Êdî kes nikare hêza jinê înkar bike ji ber jin li her qadê jiyanê heye. Niha jî demê yekîtiyê ye."

'Em zarokên xwe ji leystûkê dewletê biparêzin'

Zerê anî ziman ku pêwîste malbatên Kurd dev ji dijminahiya li dijî hev berdin û têkoşîn li hember êrîşên AKP'ê bidin û wiha pêde çû, "Em çiqas dibêjin aştî ew li hember me şer dikin. Em şer napejrînin, gelekî ku alîgirê aştiyê ne. Banga min ji tevahî dayikan re, werin em zarokên xwe ji leystûkê dewletê biparêzin. Em aştiyê binîn vî welatî. Eger jin bixweze dikare cîhanê ji hemû xirabiyan biparêze."

'Werin em dest bidin destê hevdû û pêşî li xwîn rijandinê bisekinin'

Kazê a 80 salî jî got, "Bi salaye li ber cavê min bedel hatin dayîn û kezeba min şewitî. Min bira û ji malbatê gelek kes vala vala wenda kirin. Lê niha gelek kêfxweşim. Eger ez bimrim jî çavê min êdî li şûn ve namîne. Xwedê ji vê partiyê razî be ku aştî xist navbera me de. Ez hêvî dikim ku li tevahî Kurdistanê aştî pêk bê. Bila êdî kes nemire gunehe. Werin em dest bidin destê hev û pêşî li xwîn rijandinê bisekinin. Bi hevre yekîtiyê avabikin."

(rc)