Çîroka berxwedana hûnerê ya di bin siya Rejîma Îranê de

12:45

Rojda Oguz /JINHA

STENBOL - Reqsvana jin Keyvan Nazîfî ji ber ku derketiye ser dîkê û reqsê kiriye ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê "Menkirina ji reqsê ya heta dawiya emrê wê' lê hatî birîn. Keyvan buye mînaka têkoşîna qada azadiya bê dawî a hûnerê. Keyvan a ku ji welatê xwe dur dijî got "Dikarim çare ji zikê xwe ya birçî re bibînim, lê belê ji rihê xwe ya birçî re nabînim." Keyvan, "Carnan wek zarokan digrîm. Lê ji bo xewna xwe bidomînim ez bi sebir tevdigerim."

Hunerên ku deriyê bêdawîbûna azadiyê û xewnan ji mirovan re vedike û wan ji cîhana mêran a bêreng û bênefes vediqetîne ji dîrokê heta niha bûye hedefa dagirkeran. Hunermendên ku êş û pêkûtiya dagirkeran a li ser gel pêk tînin dibînin xwe encax bi hunera xwe dikarin îfade bikin. Koreograf Şanoger û Reqsvan Keyvan Nazifî jî ya 4 mehe ji Îranê reviya û hat Stenbolê hesreta reqsê ya hêviya wê ya mezin bû didomîne. Keyvan a li herema Azerî ya Urmiyê hate dinê, heta niha li gelek welatên wek Îtalya, Slowenya, Malezya, Tacikîstan û Azerbeycan raberî peşkeş kiriye. Keyvan di hunera xwe ya 15 salan de di 42 lîstik û performansa reqsê de kareografî, di 10 rêzefîlm û fîlmên sînemayê de jî lîstikvanî kiriye. Keyvan ji ber ku di raberiya reqsvanê de jinan daye lîstin ji alî rejîma Îranê ve hedef hate girtin û bi madeya ' Li Îranê reqs nayêkirin û seya reqsê nayê dayîn'' hate ceza kirin. Keyvan cezaya 70 qemçî û 4 meh hefsê vegerand pereyê û bi firotina maşîneya xwe bedela vê da. Keyvan rewşa jiyan kiriye wiha vegot: '' Bavê min pere da û min ji qereqolê derxist. Li rejîma Îranê reqskirina jinan qedexe ye. Ji alî olî de kirinên tê kirin serbest e lê sansûr pêk tê. Cil û bergên jinan û tevgerên wan her tim tê sansûrkirin.''

'Bi hinceta ku min xwendekaran ji şerîatê durxistî ceza dan me'

Keyvan diyar kir ku ew di pêvajoya ku bi hûnerê re mijûlbûye ji aliyê rejîma Îranê ve rastî gelek zor û zehmetiyan hatiye û got, "Li Îsvîçrê ji bo festîvala reqsê min amedekarî dikir. Di dema provayê de polîs derî şikandin û tevî çekan ketin hûndir. Tevî xwendekarên min em girtin bin çavan. Ji ber ku wanê min dida û xwedî cih ez bûm xwendekaran serbest berdan min jî girtin. Gotin ku ez xwendekaran ji şerîatê dur dixim, gotin 'tu çanda ABD'ê tînê vir'. Min jî gote wan 'Ez ne çanda ABD'ê, dansê me yê gelerî û dansên qedîm ên ji çandê Îranê ye. Di nav de reqsên Azerî, Kurdî, Semah, Mevlana û Horasan heye'."

Keyvan anî ziman ku li Îranê jin û mêr tevlî hev reqsê nakirn û wiha got, "Îtalya, Malezya, Azerbaycan û gelek welatên din komê min dawetê festîvala şanoyê dikirin. Me jî xwepêşengdana bêdeng pêşkêş dikir. Me nedikarî 15 kes bi hev re biçûna balafirgehê. Ji komê du kes sê kes jin û mêr ji hev cûda em diçûn balafirgehê. Ji me dipirsîn 'hûnê biçin ku derê', me jî wiha bersiv dida, 'em wek turîstan tevlî şahiyan bibin û wêne bikêşin, ji ber vê em diçin."

'Li Îranê jin ji mêr zêdetir têdikoşe'

Keyvan anî ziman ku di xwe pêşengdanên ku tevlîbûne de ji aliyê sefîrê Îranê ve bi veşartî dîmen wan girtine û cihê ku diçûnê ew sergirtî reqs dikirin. Keyvan, "Ji ber ku em hûnermendên nasbûn li Îranê peyda kirina me jî ne zehmet bû. Di dema dansê de jin û mêr nedikarîn destê hev bigrin." Keyvan anî ziman ku li beramberî hemû êrîş û tundî jinên ku bi reqsê re aleqedar dibin bi riya telefon û înternetê serî li dibistanê didan û got, "Li Îranê jin rastî gelek astengî di xebatên mûzîk û hûnerê de dibîne. Lê dîsa hewldide ku rengê xwe nîşan bide. Li Îranê wek mêr jiyankirin hêsane lê belê wek jin jiyankirin zehmet e. Jin bi serê xwe nikarin stran bêje, bi destûrê mêr dikare derbikeve. Li Îranê jin ji mêr hezar qatî zêdetir têdikoşe. Him di warê jiyanê de hem jî di warê çandê de têkoşîna wê zêde ye."

'Ez fedê ne ji zikê xwe ya birçî, ji rihê xwe re nabînim'

Keyvan bi hêviya ku hûnera xwe li Tirkiyê bidomîne hatiye Stenbolê û diyar kir ku ew li Îranê 3 caran hatî binçavkirin. Keyvan da zanîn ku êdî tirsa polîsan li ser wê çêbûye û wiha pê de çû, "Her deh tiliyê lingê min gelek êşandin û birînkirin. Roja piştî wê min nedikarî ez biçim mala çandê. Dixwazin girêdanbûna min a bi çandê re qut bikin. Di tevahiya jiyana xwe êdî ez ê nikaribim li Îranê xebat bidim meşandin û mamostetiyê bikim. Ji ber vê neçar mam hatim Tirkiyê. Ez fedê dikarim ji zikê xwe ya birçî re bibînim lê ji rihê xwe re nabînim." Keyvan got, "Nasnameya min a siyasî tune ye. Tenê ez dixwazim hûnera xwe bidomînim. Ez hûnerek dervî exlaq nakim. Tenê di çerçoveya armanca xwe xebatên hûnerê re mijûl dibim. Eger reqs, helbest, wênexêzî, sînama tune be çand jî çênabe. Reqs çandek bi hêze û ez ê bidomînim. Ne bi çanda rojavayî bi çanda axa ku lê dayik bûme û çanda xwe ez ê bidomînim. Piştî xwe pêşengdana ku min li Îtalyayê kiriye wek koçber min dikarî li wir bama lê min nepejirand."

'Em jî Mûslûmanin lê DAIŞ Mûslûmantiyê naxwaze'.

Keyvan got, "Xwezî Îran ne bi vî awayî ba. Bila xwedî li hûnermendên xwe derkevin. Ez tiştek dervî vê naxwazim. Em jî Mûslûmanin lê DAIŞ Mûslûmantiyê naxwaze. Ma qey em mecbûrin çanda xwe veşêrin. Ez bang li hûnermendên wek xwe dikim. Di serî de wê temenê te 20, 30'î be. Lê tê tu caran serê xwe ji fîravunan re netewîne. Ji bo xewna xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ez li ku derê bim ez ê bidomînim. Min bîra tevahî malbat, hevalên, xwendekar, welat û hemû kolanên bajarê xwe kiriye. Dawiya hûnerê tune ye, lê dawiya jiyana me heye. Bi dengê dilê xwe ez xwesteka xwe pêk tînim."

(rc/ch)