16 sale li dijî dîlgirtinê cilên reş li xwedike û di şînê de ye

10:50

Şevin Şervan-Rojda Serhat/JINHA

RIMELAN - Esma Murad Samî li dijî dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 16 sale bi xwekirina cilên reş şermezar dike. Esma tecrîda li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Rêber Apo ji bo azadiya gelan têkoşîn dide. Dexweza min ew e ku sala 2015'an bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

Esma Murat Samî 28 sale li dijî êrîşên ser gelê Kurd têkoşîn dide û di her qadê jiyanê xwe de didomîne. Esma ji roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî dîlgirtin heya roja îro reş li xwe dike. Esma ji sala 1987'an de tevlî xebatên polîtîk bûye û heyan 2015'an mal bi mal, kolan bi kolan digerî û xwe dighand hemû gel. Esma cihê xwe di avakirina Yekîtiya Star de wek rêveberî girtî û di salên 2005,2009 û 2010'an de ketiye binçavan û rastî gelek tundiyan hatiye. Beramberî hemû zehmetiyan Esma dev ji têkoşîna xwe tu caran bernedaye û niha jî bi aweyek çalak cihê xwe di nava Komîsyona Huquqê ya Meclîsê Yekîtiya Star digre.

'Heyan ku Abdullah Ocalan azad nebe dê protesto bidome'

Esma qala sedema xwekirina cilên reş kir û diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan hatî dîlgirtin, gelek tişt ji xwe re qedexe kiriye û got, "Xwarin û cilên rengîn min li xwe qedexe kir. Wek zagonek a jiyanê min pejrand û min biryar da ku heyan Rêber Apo azad nebe ev zagon wê xirab nabe."

'Ez tecrîdê napejrînim'

Esma destnîşan kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan napejrîne û wiha domkir, "Tecrîda bi zorê a li ser Rêberê gelan wê tu kes nepejrîne. Ji ber vê yekê ji bo protesto kirina tecrîda ser Rêbertî gelek hevalên me agir berdan canê xwe. Dema ku bi zorê porê Rêberê me jêkiribûn, min jî porê xwe jêkir tecrîda girankirî bi vî aweyî min şermezar kir."

'Ji bo tevahî gelan têdikoşe'

Esma da zanîn ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Lûbnanê bû ew çûbu û bi Rêbertî re hevdîtin kiribû û wiha behsa bîranînên xwe kir: "Dema ku Rêbertî li Lûbnanê bû bi armanca pîrozbahiya pêngava 15'ê Tebaxê em wek komek çûn wir. Ji bo tedbîrên ewlekariyê ji me re ne gotin ku Rêbertî li wire. Ji ber ku di wê pêvajoyê de dewleta Tirkiyê amedekariya operasyonê dikir. Rêbertî dîtin ji bo me wek xeyalek bû. Dema ku me dît em gelek bi heyecanbûn. Me dixwest yek bi yek hemêz bikin lê belê hevalên wir pêşî destûr nedan. Ji nava me dayikek gelek israr kir Rêbertî jî got 'Bihêlin bila dayê were' ew dayik bi şansbû ku Rêbertî hemêz kir. Ji ber ku min Rêbertî hemêz nekirî heya roja îro dilê min de maye! Rêbertî rojek wê demê perwerde da me."

'Vîna jin derxist holê'

Esma anî ziman ku Abdullah Ocalan vîna jin derxist holê û her dem rast nêzî jin buye û got: "Berxwedana şervanên YPJ'ê encama pratîka heval Zîlan û Bêrîtan e. Rêbertî ne tenê rêbertiya gelê Kurd kiriye ji bo tevahiya gelan têdikoşe."

'Hikûmeta AKP'ê wê nekeve navbera me'

Esma destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ji ber serkeftina HDP'ê a hilbijartinê ne pejrandiye li girava Îmraliyê tecrîd li ser Abdullah Ocalan giran dike û got: "Wê nekaribin bikevin navbera me, azadiya Rêbertî emê misoger bikin. Kesimek ji gel li hember şoreşê bê bawer bûn lê di encama kedê rêbertî de me bi ser xist. Di bin siwana sistema xweser de hemû gel dijîn li vir. Ev cejna azadiya gelane. Rêber Apo ji bo tevahî gelan têdikoşe. Dexweza min ew e ku sala 2015'e bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

(rc)