Di jiyana konan de jî daxwaza wan aşitiye
11:32
Fîlîz Zeyrek /JINHA
EDENÊ - Jinên ku nêzî 20 salin di bin şert û mercên zehmet de di bin konan de dijîn, diyar kirin ku ew ji ber tundiya dewletê neçar mane koç bikin, dixwazin cardin vegerin cîh û warên xwe, lê ji ber şerê domdar hêviya jinan ya vegerê şikestiye. Jinên ku salane rojane 10 saetan karê cotkariyê dikin tenê daxwazên wan aşitiye.
Bi hezaran jin ji ber tundiya dewletê neçar man cih û warê xwe biterikînin, li Edenê di nava şert û mercên giran de dijîn. Ligel jiyana zor herdem di dilê wan de hêviya vegera warên xwe heye. Jinên ku di salên 90'î de koçî gundê Kara Koçer ya bajarê Tuzla a Edenê bûne, di konan de têkoşîna jiyana zehmet didin. Jinan diyar kirin ku daxwazê wan, ne pere ne jî malên dewlemend û ne jî tiştên madî tenê dixwezin ku zarokên wan nemirin.
'Ji bo ku em jiyanê zarokên xwe xilas bikin me koç kir'
Şûkriye Batmaz a 60 salî, berî 16 salan ji Şirnexê tevî 7 zarokên xwe ji ber tundiya dewletê ji gund derketî û koçî Edenê kiri ye. Şûkriye anî ziman ku ew ji bo ku jiyana zarokên xwe xilas bike neçar maye koç bike û got, "Bi kêfxweşî me li ser axa xwe jiyan dikir, çima neheqî li me dikin. Me kirin qurbanê berjiwendiyên xwe. Em hatin ser axê biyaniyan bi rojan birçî û tî man. Em rastî heqeretan hatin. Em rojek nexweşbin jî av û ceyrana me qut dikin, heqeretê dikin û li ser serê me radiwestin ji bo xebatê me didin zorê."
'Îro jî gundê me tên bombebaran kirin û zarokên me tên qetilkirin'
Şûkriye diyar kir ku zarokên wê ji saet 06.00'ê sibehê heya 19.00'ê êvarê nava zeviyan de dixebitin û li beramberî ewqas ked rojê tenê 35 lîreyan tê dayîn. Şûkriye bi lêvkir ku ji ber germahî û pîşeyên zêde ew jiyanek bi tenduristî jiyan nakin, li gel vê yekê ew avê xwe ji bîran dikşînin. Şûkriye da zanîn ku ji ber vê rewşa wan a tenduristî her ku diçe xirab dibe û got: "Erdoganê ku ji me re digot vegerin gundê xwe niha gundê me bombebaran dike. Carek din me dikûjî, qetlaman pêk tînî. Tu çi dixwazî? Ne bese we ewqas xwîn rijand? Xwîn rijandin ewqas hêsan be zarokê xwe bişîne şer û wê demê ka dê kezeba te bişewite an na."
'Ev 25 salin em di bin konên naylon de têkoşîna jiyanê didin'
Vesîle Işik a 50'î salî berî 25 salan ji gundê Çixlik a Şirnaxê tevî 8 zarokên xwe koçî Edenê kiriye û di bin kona naylonê de têkoşîna jiyanê dide. Vesîle anî ziman ku ji ber şert û mercên ne xwezayî di warê tenduristiyê de pirsgirêk dijîn û got: "Xwedanê zêviyan me wek mirov nahesibîne. Demê dilê wan bixweze av û ceyrana me qut dikin. Em tevî mêş û kêzikên Edenê dijîn."
'Dayikên polîs û leşkeran bila zarokên xwe nekin qurban'
Vesîle destnîşan kir ku ew bi zagona vegera gundê xwe bawer nekirine û got: "Em çawa bawer bikin? Hîna duh li Kurdistanê ji ber ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de winda kirine qetlam li hember gelê Kurd pêk tînin. Di serî de ez wek dayikek bang li dayikên leşker û polîsan dikim. Zarokên xwe ji bo tu kesî nekin qurban! Zarokên me yên ku em ji bo hin kesên din bikin qurban tune ye! Ey AKP, em ê li Kurdistanê bi te şer nedin kirin. Bi dehan hikûmet hilweşî lê hîna tevgera azadî li ser piyên xwe ye."
'Min du zarokên xwe ji ber bê derfetî winda kir'
Şehrînaz Vanal a 60 salî ku dayika 6 zarokan e berî 20 salan ji Şirnexê koç kir. Şehrînaz destnîşan kir ku ne bese ew ji ber tundiya dewletê koç kirine li beramberî vê yekê rastî neheqiyê tên û li ser kedê wan tê jiyan kirin. Şehrînaz got: "Ji min re digotin an tê bipejirînê an biçe. Di wê rewşê de kude biçim? Şansek din tune bû, em neçar man qebûl bikin. Bi salane bi vî aweyî em dijîn."
'Em dixwazin aşitî û aramî were vî welatî'
Şehrînaz anî ziman ku ew bêriya warê xwe dike û got: "Eger bêjin warê we azad bûye em ê bi lez û bez biçin. Çima neçin? Rojên borî gelek xweş bûn, her tiştê me hebûn. Em di bin fermana kes de nebûn û hemû berhemên xwe me avadikir û bi kêfxweşî me jiyan dikir. Hêvî dikim ku carek din vegerim wê jiyanê. Em dixwazin aşitî û aramî were vî welatî. Em êdî naxwazin tû kes bimire. Bese ewqas êş em wekheviyê dixwazin."
(rc/ch)