Jinên Geverê bi Sosinê binhişiyên civakî diguherin
09:04
Caroline McKusick/JINHA
COLEMERG - Ji bo hemû pirsgirêkên jinan yên nava bajêr li Geverê tenê navnîşan Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosine. Bi tayîbetî jî di aliyê pêşîgirtina şidet û pêşdebirina ekonomiyê de pêşketinên mezin avakiriye. Jin hewildidin aliyê aboriyê bi vekirina atoliyeya dirunê ya ku dê çend rojên pêş de bê vekirin pêşde bibin.
Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin a ku di sala 2013'an de li navçeya Gevera Colemêrgê hatî vekirin yek ji navendên herî giring yên çareserkirina pirsgirêkên jinane. Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin a ku dibiniya Şaredariya Geverê de hatî avakirin bi mijarên girêdayî şideta ser jinan re mijul dibe. Navend hem bi bûyerên rojane yên ser şidetê re mijul dibe û hem jî girêdayî koka şidetê çêkirina ferqêdebûnê perwerdê dide. Her wiha li hember mêtîngeriya ekonomiyê qursên hişmendîkirinê didin. Ji xebatên dibiniya Navenda Sosin de tên meşandin a herî girig jî perwreda pîşeyiya girêdayî atoliyeyên dirunên ne. Navenda Sosin hewil dide li hember mêtîngeriya ekonomiyê û hebiskirina jinan di hindirê malan de qursên pîşeyî bidin û jinan beşdarî nava xebatên aboriyê bikin.
'Dibiniya pirsgirêkan de hişmendiya mêran heye'
Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin Gulistan Selen di derbarê xebatên xwe de wiha axivî: "Li herêmê jinan gelek ji destê hişmendiya mêran kişandiye. Gelek pirsgirêkên weke şideta derunî û fîzîkî, nebona azadiya ekonomiyê tên dîtin. Dikare mijarên weke parastina cewherî û azadiya ekonomiyê bê dayîna nesilê nû. Ji bo wan bê gotin ku jin ne di asta duyen dene. Li herêmê ji ber gelek dernakevin derê û perwerdeyek baş nabînin tenê bi tiştên dibîne re sînor dimîne. Lê em dikarin binhişiya wan biguherin."
Di nava civakê de binhişiya ser jinan tê şikandin
Ji xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin Pinar Befre jî da zanîn ku di demên dawiyê de serlêdanên jinan yên ji bo navendê zêde dibin, tayîbetî jî dozên berdana jinan û wiha domand: "Ji ber cihek gelek biçuke berdan gelek zor dibe. Lê jinên li vêderê ev şi kandin."
'Avakirina diferqêdebûn'
Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin Elif Berfin Karaman jî destnîşan kir ku herî zêde serlêdan ji bo şideta nava malê tên û wiha berdewam kir: "Divê ev perwerde neyê wateya 'em dizanin ew nizanin.' Lê em hewildidin ku bidin têgihandin zoriyên di aliyê şidet û ekonomiyê de dijîn ne qedere tercîheke."
'Dê atoliyeya dirunê rêya derketinê nîşan bide'
Elif anî ziman ku lingek sereke yê xebata wan jin û ekonomiye û wiha dom kir: "Bingeha gelek pirsgirêkan ji şideta ekonomiyê tê. Ji ber wê jî emê atoliyeya dirunê vekin. Niha di amadekariya atoliyeyê de 5 jin dixebitin û rêxistina komûnê çêdikin. Kincên kurdî çêdikin, dahata wê jî par dikin. Her çendî kêmjî be jinan dipiş mêran de naveşêre, dê jin bi xwe bikarin xwe li ser lingê xwe bigirin. Ev tenê mînakeke, nebese dê hîn zêdetir mezin bibe."
'Emê li hember şer dengê xwe bilind bikin'
Elif ji bo pêvajoya dawiyê jî wiha got: "Emê li hember şer dengê xwe bilind bikin. Bulent Arinç di meclisê de ji bo parlementerek hilbijartî gotina: 'Weke jinek bêdeng be' got. Lê emê weke jin dengê xwe bilind bikin û weke jin biaxivin. Weke civak divê jin dengê xwe dernexe, dibin banê pergala giştî de bimîne wiha hatine hîn kirin. Bi gotinên bêdengbûnê jinên rastî tacîz û tecawîzê tên dengê xwe dernaxin. Emê li hember tiştên ku civakê ser me ferskirine dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin."
(zt)