Havînê Amedî li ber siya Suran dem derbas dikin

11:00

JINHA

AMED - Di mehên havînê de, yek ji bajarê herî gerim Amed e. Surên dîrokî yên Amedê hem ji mirovahiyê re buye mirate û hem jî buye cihê parastinê.

Di roja me ya îro de Surên Amedê buye navenda muzeya bêhin vedanê û xwedî mîrateyek kevnar a dîrokî ye. Yek ji taybetmendiya bajêr, cihê herî zêde mirov lê dicivin dora Surê ye. Ji ber ku Surên Amedê ji dîrok heya roja îro ji mirovahiyê re derguşiyê dike û xwe hîna zindî digre, ket lîsteya Mîrateya Çandî a Cîhanê UNESCO'yê. Surên Amedê hîna zindî dijî û di dîroka mirovahiyê de xwedî mîrate kevnare. Surên Amedê hem bi heybeta xwe xwe diparêze hem jî siya wê mirovan digre hemêza xwe.

'Mirov hatin guhertin lê Sur hêj jî weke xwe ye'

Nîmet Seçkîner diyar kir ku ji bo xwe ji germa havînê biparêze ew tê ber siya Surê û anî ziman ku Sur sembola Amedê ye. Nîmet bi lêvkir ku Sur ji bêrîkirinê me re dibe derman û wiha got: "Li Amedê gelek tişt hatin guherîn tenê yê Amed kiriye Amed Sur nehatiye guhertin. Berê têkiliya me a dostanî û cîrantî gelek bi hêz bû. Cîranê me çayek bêy me veneduxar. Lê belê her tişt hatiye guhertin. Ji dîrokê heya roja îro tenê Surên Amedê cewhera xwe parastiye. Surên Amed, hem Amedê xweşik dike û hem jî ji bêrîkirinên me re dibe derman. Me ji germahiya dijwar diparêze. Ez li kurbim cihê despêk tê bîra min Surên Amedê ne. Her kes berê xwe dide vir. Mirov hatin guhertin lê Sur hêj jî weke xwe ye."

(rc)