Di cihê îşkencê de malên Cem nabe!

10:33

Ceren Karlıdag/ JINHA

ÎZMÎR - Jinên Elewî yên li Guzeltepê rudinên Pertek nîşanî îşkencexanê berê bibe mala Cem dan. Jinên ku zarokên xizmên wan di wirde îşkence dîtine anîn ziman ku "Navenda îşkence nikarin bikin Mala Cem. Em gavên xwe na avêjin li wir.

Li Navçeya Çiglî ya Îzmirê di dema berxwedanâ TARÎŞ'ê navenda îşkencexana Qereqola Polîsa a Hz, ya Guzeltepe guhertin Mala Cem. Serokê Komeleya Bektaşî yê Elevî a Evrensel Ali Îhsan Şahîn, gotinên wekî "Hin kesên xwe qaşo elewî dibinîn Qurana Pîroz wekî pirtuk nabinin. Elewî Okmeydanê bikar tînin. Elewîyên ku dibên bila Ol û Diyanet nabin elewiyên qutan in gelek kesan bertek nîşan dabu. Li gel hemû bertêkên gel jî Mala Cem dest bi qeydê qursan kirin. Di Mala Cem de cîhê morg û Îbadetê tuneye tê gotin ku wê qursa saz û pişe bê dayîn. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Îzmirê Azîz Kocaoglu jî ji hemû bertekên gel nade ber çavan û ji bo Mala Cem kemasiyên wê temam bike. Xebatkarên Qaşo di Mala Cem de kar dikin jî bertekên gel bê mane dibîne. Peywirdar dibên "Di demên borî de dibe ku îşkence hatibe kirin lê gunehê diwaran çine. Jinên Elewî yên ku bune şahîdê îşkenca wan diwaran jî dengê qîrîn û êşa şoreşgeran vedibê je.

'Jinek nikaribû li wir derbas bibe'

Sakîne Aktepe ya 82 sali diyar kir ku 50 sale ew li wê taxê rudinin û ji ber Qereqola Guzeltepê gelek tengasî kişandine û ev tişt anî ziman "Li vir mala Cem nabe. Mêr tazî dikirin û li ser bedena wan av dikirin qamçî ve lê didan. Berî ku qereqol hebû ne leşker ne jî polîs dikete taxê. Piştre me qistin û herder xira kirin. Jinek nikaribû li wir derbas biba gotin xira digotin."

'Malên Cem yên ku Elewiyên AKP'ê vekirine…

Turkan Dogan jî jineke elewî ye û demeke dirêj jî Komeleyên Elewîyan de kar kiriye wê jî bertek nîşan da û got "Li gorî çanda me divê em xwe mala Cem çêkin. Pêşengê rêya me ji bo me şertên me diyar kirine divê em xwe Cem Îbadetxanê xwe çêbikin. Tu caran malên cem neketin di bin kontrolkirina devletê. Yek bi yek me xwe çêkirin. Turkan polîtikayên devletê yên taxên elewîyan jî rexne kir û wiha pêde çû " dixwazin Elewiyên berhevkirî kom bikin û mala bi xwe vekin. Ev jî li wir hate kirin. Lê raboriya Guzeltepe raboriya Çimentepeye. Çîmentepe jî bi berxwedaniya xwe nav kiriye. Ji ber ve yekê jî em malên Cem yên Elewiyên AKP'ê yên berhevkirî qebul nakin.

'Bila veguhera Bexçeyê zarokan'

Navê mala Cem him Turkanê him ji elewiyên din pir diêşîne. Turkan wiha got; "Navê Hz. Huseyîn ji bo wan pir girîng e. Ew mala Cem na ya meye, lê ji ber navê Hz. Huseyin dilê me dişewitîne. Di vê taxê de kes naçe li wir. Cîhê ku lê îşkence buye divê tep bibe û veguhere baxçeyê zarokan. Ji xwe nezî wê dibîstan heye. Wekî pêşengê me yên Elewî vekira jî li wir ne dibû mala Cem. Ji ber ku dibîstan heye cîhê ku dibîstan hebe jî em nikarin cenazê xwe hildin. Tiştên ku deruniya zarokan xira bike em li hemberî ve yekê ne. Ji bo ve jî saziyên demokratîk yên Elewî xebatên ku çi pewîst dike yê bike.

'Ji ber qîrinên mirovan em ranedizan'

Fatma Gurbuzer 30'î sale di heman taxê de dijî ev tişt gotin "Ji ber qîrinên mirovan em ranedizan. AKP ji bo xwe buro vekiriye. Berî çend rojan zexîre belavkirin. Em ne li dijî malê Cem in lê bila AKP'ê veneke. Ji xwe her roj ciwanên me tên dimrin. Ji bo ku mêjyê mirovan bişon û raya kom bikin ji bo AKP'ê buro vekirin.

(pk)