Jinên Pîranê ji şaredariyê bazarê dixwazin

10:13

Şehriban Aslan / JINHA

AMED - Jinên Pîranê ji serê sibê hîna roj derneketî dest bi kar dikin bi tevahiya rojê karên xwe berdewam dikin, ji bo hilberîna xwe bazarê dixwazin. Jinan diyar kirin ku wan hêviyên xwe ji dewletê qut kirine, tenê hêviya wan şaredariye ku ji bo wan bazarê vekin.

Jinên ser erdnîgariya Kurdistanê jiyan dikin li gel hemû bêderfetiyan ji tekoşîna jiyanê didin. Hîna roj şiyar nebûyî jin radibin, dest bi kar dikin û heya şevê dixebitin. Jinên li gundên navçeya Pîrana Amedê serê sibê radibin alifê ajalên xwe didinê cihê wan pak dikin û paşê dest bi jiyana xwe ya rojane dikin. Jinên gundan ji şîrê ji ajalan didoşe penîr, mast û ronê malê çêdikin. Jinên dinê yên bi ajalan re mijul nabin jî hildikişin çiyayan, pincar kom dikin li bazara biçuk ya fêkiyan a Pîranê difiroşin.

Her serê sibê saet di 04.00'an de roj despê dike

Bedia Zeybek ya li gundê Mêrdika ya Pîranê diyar kir ku her roj saet di 04.00'an de ew dest bi rojê dikin û wiha got: "Dema ez radibim diçim dihê ajalan pak dikim. Paşê jî ez ajalan didoşim, wî şirî dikim penîr, mast û ronê malê. Ji ber hem fitiqa pişta min û hem ji ya situyê min heye ez di dotona ajalan û berhemên ji şîrê wan çêkirinê de zoriyê dikişim. Gelek caran şevê ji ber êşa pişta xwe ez narazim. Firotina berhemên me girêdayî mişteriyane. Dema ku mişterî nebin em berhemên xwe vedigerînin malê."

'Em ji Şaredariya Pîranê bazarê dixwazin'

Kadriya Çomak ya li gundê Bawka dijî jî da zanîn ku berî derketina rojê ew şiyar dibin û dest bi karê xwe dikin û wiha domand: "Ez derdikevim çiyayan pincar kom dikim û tînim li bazarê difiroşim. Ez destiyên wan yên mezin bi yek lire difiroşim. Dahata ku qazanc dikim, nizanim bidin heqê rê yan ji pê li mala xwe binêrim. Gelek caran em heqê rêya xwe dernaxin bi deyîn li wesayîtê sar dibin. Hêviyên zarokên me ji me hene. Lê em nikarin wan hêviyan bînin cih. Di komkirina pincar de gelek talokeyên weke pêvedana maran heye. Ez bixwazim nexwazim ev rewş hem min û hem jî zarokên min ditirsîne. Dema ku dewletê derfet dabana me, em niha bi van zoriyan re ru bi ru nediman. Ji xwe dewlet ji bo me tiştek nake, tenê hêviya me şaredariya meye. Em jin ji Şaredariya Pîranê dixwazin ji bo me herêma bazarê avabikin. Dema ku bazar avabibe dibe ku em ewqas zoriyan nekêşin."

(zt)