Rengê kolana yên din jiyana jinên Romanin
09:17
Handan Tufan/Ceren Karlıdag
ÎZMİR - Axaftina jinên Roman li gorî wan e, fal mêze dikin, an gula difroşin, an jî peçetan difroşin. Jinên Roman rastî tundiya aborî tên û wekî yên din tên dîtin. Dibêjin; "Wekî karekî me yê baş hebya çi karê me heye li kolanan"
Li Îzmirê xeta Kordonê her gav mirov rastî jinên Roman tê û jin an fal dinêrin, an jî gulan an jî peçetan difroşin. Jin di bin tundiya aborî de jiyan dikin. Jiyana luks mêz dikin difikirin ku wê çawa perê kîra xwe an jî nanê xwe yê êvarê çawa bibin malê. Jin di bin tundiya aborî dene û axaftina wan li gorî keseyeta wan e. Jin dibên "Wekî karekî mey ê hîn baştir hebe çima em derkevin kolanan" Fatoş Kızılatan 3'ê zarokên xwe re li ser şenahiyê runistiye û got "Berî ku ez ne zewcim min kar nedikir. Piştî ku ez zewicîm û zarokên min hatin dinyayê min dest bi kar kir. Ji ber ku hevserê min kar nedît em hiştin û çû. Ez tena serê xwe mam. Serê sibê têm hetanî şev peçeta difroşim.
'Carna em birçî radizên'
Fatoş diyar kir ku ji ber cihê ew zarokên xwe dayne tuneye, zarokan ji xwe re dîne û ev tişt gotin "Ez pêçeta difroşim zarokên min jî li vir rûdinên. Ez salekê têm li vir. Min berî jî cîhên din difrotin. Dîsa min gelek karê din geryam. Lê kes kar nade me. Ji ber ku ez Roman im gelek deriyan derê xwe li ser min girt. Pirsgirêka jinên Roman ya herî mezin aboriye. Wekî karekî hîn baştir hebe çima ez bi zarokên xwe ve li vir bim" Fatoş da zanîn ku her roj hetanî dereng pêçeta difroşe û wiha got "carna qet pera qezenç nakim. Wê demê jî em li malê birçî radizên"
'Xwîşkê min jî wekî min gula difroşin'
Fatma Geren jî di destê wê de gulê wê germahiyê aciz bûye firseta behvêdanê girt ev tişt gotin "Ez difikirim ku ezê çawa perê mala xwe bidim. Ez heft saliya xwe de heta niha gula difroşim. Dayîka min jî felê mêze dikir. 5 xwîşkê min hene. Ew jî wekî min gula difroşin. Qedera me gişta yek e. Ez qet neçûm dibistanê. Min pir dixwest ez biçim dibistanê." Fatma anî ziman ku ew hevserê xwe qetiyaye û wiha pêde çû; "Ez hewl didim ku keça xwe bidim xwendin. Ez desturê nadim ew jî wekî min gula bifroşe.
'karê Sîgortayê ji bo me xewne'
Dema me pirs kir ku we qet karê sîgorta dîtiye? Fatma dikene û wan tişta dibêje; "Sîgorta çi, ez wekî karê paqijiyê malê bibinîm jî razîme. Wî karî jî nadin me. Me kêm dibînin. Karê Sîgorta xewne ji bom e. Wekî perê min hebne li ku mexdur hebe minê alîkarî bida."
(pk)