Bêrîkirina welatê xwe dineqişînin

12:40

Handan Tufan / JINHA

ÎZMÎR - Jinên ku ji welatê xwe koçberî Îzmîrê kirine bi benê rengûreng nava qelê nekişandine û bi hesreta welatê xwe tejik û turikan çêdikin

Di nava sûrên Kadîfekale ya Îzmîrê jin bi tevnên ku sazkirine tejik û turikan çêdikin. Jin cihê ku tevnên xwe lê sazkirine bi çente û tejikê rengûreng dora xwe xemilandine. Di qadek biçûkte ji 10 tevnan zêdetir heye. Jinên ku di tevnên xwe de dixebitin, kedek mezin didin ku berhemên xweşik bi afirînin. Jinên ku li vir vî karî dikin piranî ji Mêrdînê di salên 1990'an û 1960'an koçî Îzmîrê kirine. Her jineke tevnkariyê dike çîrokeke wê heye û çîrokên wan jî dişibin hev.

Jina bi navê Hanîfe Kaygisiz a ku di sala 1994'an de ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kiriye ji me re diaxive û wiha dibêje: "Ez 14 salî bûm, ji ber ku bavê min cerdevaniyê ne pejirand gundên me şewitandin û me berê xwe da vir. Ez û dayika xwe vî karî bi hevre dikin, jinên li vir vî karî dikin tev alikariya hev dikin. Em serê sibê saet di 07.00'an de dest bi kar dikin."


Hanîfe der barê karê ku ew dikin de kêfxweşiya xwe wiha tîne ziman: "Hûn dibînin ku dayika min jî li cemin e û 75 saliye. Dema tevnê çêneke nexweş dikeve nizane dê çi bike. Tenê em derdikevin ber tavê hinek çavê min diêşin wekî din tendurîstiya me başe. Em pir bêriya welatê xwe dikin. Em bi vî karî hesreta welatê xwe di neqişînin. Jinên ku li vir karê tevnê dikin tev ji heman sedemê hatine li vir. Hinek jê di salên 1960'an de ji ber aboriyê hatine. Çiroka me teva dişibe hev."

(fk/rc)