Li Kampa Newrozê vejîna jiyana nû

09:54

Tugba Akyilmaz/JINHA

DÊRÎK - Jinên Êzidî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, neçar man ji cih û warê xwe bibin û li Kampa Newrozê ya navçeya Dêrika Rojava bi cih bibin, ji bo domkirina çanda xwe terzîxane vekirine û cilên gelerî yên jinên Êzidî didirûn.

Jinên Êzidî yên ku li Kampa Newrozê dijîn pêdiviyên gelê Êzidî yên li Kampê pêşwazî dikin. Terzîxaneya ku bi piştgiriya Rêvebirên Kampa Newroz û Komîteya Jinên Rojava hatiye vekirin ev 11 mehin di xizmetê de ye. Rêvebira terzîxaneyê Emîra Xelîl diyar kir ku dema ew hatine Rojava cil û bergên li gor çanda xwe ne didîtin û wiha got: "Cil û bergên vir li gorî çandê Rojavaye. Dema ku me cil û bergên li gor xwe nedît, me biryar da ku em terzîxaneyek vekin û cil û bergên gorî çandê xwe bidirûn. Nêzî 11 mehin em li vir dixebitin. Bi alîkariya Rêvebirên Kampê du makîneyên dirûnê û konek ji bo me hat. Piştre jî Komîteya Jinên Rojava konek hê mezintir, 6 makîneyên dirûnê, klîma, masayê birînê û her wiha qûmaş ji bo me sendin. Niha em 7 jin li vir dixebitin. Em him pêdiviyên gel pêşwazî dikin him jî debara xwe dikin. Em li vir cilên zarok, jin û mêran didirûn."

Emîra da zanîn ku makîneyên dirûnê du ji wan ya ceyranê ye û şeş jî makîneyên dirûnê ên destane û wiha domkir: "Di serî de du makîneyên dirûnê ên destan hebû. Piştre Komîteya Jinên Rojava du ji wan ya ceyranê û çar jî ya destan anîn. Gelek piştgirî dan me. Makîneyên destan hinek zehmetî bi me dide kişandin. Pêdiviyên me bi makîneyên dirûnê ên ceyranê heye."

Emîra diyar kir ku ew ê êdî ji bo şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî cil bidirûn û wiha berdewam kir: "Ciwanên me yên Êzidî li Şengalê ber xwe didin û axa me ji çeteyan diparêzin. Em jî dixwazin ji vir piştgiryê bidin wan. Ji ber vê yekê em ê dest bi dirûna cilan bikin ji bo wan. Bi vî awayî em dikarin piştgiriya berxwedana Şengalê jî bikin."

(rc/ch)