Şaredariya Mêrdînê ji bo jinan qursên werzîşê vekir

15:11

JINHA

MÊRDÎN - Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jin a Şaredariya Mezin a Mêrdînê ji bo jinan qursên werzîşê vekir.

Navenda Jin a Arîn di binesaziya Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jin a Şaredariya Mezin ya Mêrdînê ji bo jinan qursê werzîşê vekir. Seroka Daîreya Polîtîkayên Jin Mekiye Gûzel diyar kir ku, dersên werzîşê ya ku ji îro ve destpêkiriye wê di nava heftê de roja Duşem û Çarşemê werin dîtin û got ku armanca dersên ku tê dayîn ew e jin li her qadê jiyanê aktîf be.

Mekiye da zanîn ku, gelek jin ji ber karê malê bandoriyek neyînî li ser tendûristiya wan dike û ji bo pêşî li van bê girtin xebat dane destpêkirin û wiha got: "Armanca me ya vê xebatê di serî de pêşî li nerihetiyên tendûristî ya jin bigrin û di jiyanê civakê de bikaribin bi aweyek aktîf tevlî bibin. Perwerdeyên me dê 40 deqeyan li ser bedenê perwerde bibînin."

Mekiya anî ziman ku her jinek bixweze tevlî vê perwerdê bibe dikare tevî bibe û ji bo tevlîbûnê dikarin serî li Navenda Jin a Arîn bidin.

(rc/ch)