Peşî gundê me şewitandin niha jî daristanên me…
11:58
Oykû Dîlara Keskîn/JINHA
STENBOL - Kurdên ku pêşî gundên wan hate şewitandin û neçarî koçberiyê bûn, niha jî di dema amadekariya vegerê de daristanên wan tê şewitandin bertek nîşan dan. Welatiyê bi navê Medîne Bektaş bertekên xwe bi gotinên '' Daristanê me tê şewitandin, ciwanên me tê qetilkirin, hûn ji me çi dixwazin?'' anî ziman.
Hêzên dewletê di salên 1990'î de li ser gelê Kurd polîtîqayên înkar û îmha meşandin û ji ber şewitandina gund bi hezaran kes ji cih û warê xwe bû. Ev polîtîqayên dewletê yê pêkûtiyê hê berdewam dike û niha jî hêzên dewletê daristanên Kurdîstanê wek li Cudî, Licê û Bêşebabê dide ber agir. Dewlet, dema li alî Tirkiyê şewata daristana pêk tê bi hemû hêza xwe mûdaxale dike, lê li Kûrdistanê ji nedîtî ve tê. Jinên ku ji ber pêkutiyên dewletê ji gundên xwe derketine û koçî Stenbolê bûne ev polîtîqayên dewletê nîrxandin.
'Dewlet bi hinceta pevçûnan gundê me şewitandin'
Dirri Ozel anî ziman ku ji ber pêkûtiyên dewletê 25 sal berê ji Sêrtê koçî Stenbolê bûne û wiha axivî: '' Dewlet di salên 90'i de bi hinceta pevçûnan gundê me şewitandin. Ji merivên me 4 kes dema şewitandina gund xwestin birevin lê ji ber pê li mayinê kirin bedena wan perçe perçe bû. Ev hemû kirinên dewletê ne. Me pir zêde kuştin û qetlîaman dît.''
'Erdogan behsa çareseriyê dikir lê Kurdan qetilkir'
Dirri da zanin ku li hember hemû komkujiyan dev ji daxwaza xwe ya aşitiyê bernedane û wiha pê de çû: '' Em dixwazin ku bila êdî aşitî were lê ew di şer de israr dikin. Dilê me pir şewitî. Dewlet pêşî gundê me şewitandin niha jî daristanên me dişewitîne. Serokomar Erdogan li aliyekî behsa çareseriyê dikir lê Kurdan qetilkir. Tû cudahiya wî ji Süleyman Demirel, Kenan Evren û Tansu Çiller tune ye. Kirinên Erdogan ji yên wan zêde ye lê ne kêmtir e. Em ji ber pêvajoya çareseriyê bi hêvî bûn lê niha em dibînin ku ev hemû lîstik in.''
'Şewata daristana vegera salên 90'î ye'
Medîne Bektaş jî ji ber şewitandina gundan ji Mêrdînê koçî Stenbolê bûye. Medîne diyar kir ku 30 sale êşên pir mezin jiyandine û wiha axivî: '' Em aşitiyê dixwazin lê daristanên me tê şewitandin, ciwanên me tê qetilkirin ji me çi dixwazin? Em naxwazin mirin çêbibe lê piştî HDP bendê derbas kir dewlet êrîşên xwe li ser gelê Kurd zêde kir.'' Medîne da zanîn ku şewata daristanan vegera salên 90' î ne û divê êdî dewlet dawî li şer bîne.''
(ch)