Bukanî jî kefenê jî nepejirand…
11:19
JINHA
AMED - Jina bi navê N.E. bi salane rastî erîşên hevserê xwe tê lê civak jî malbat jî bi gotina "Kesên bi bukanî ji malê derkeve encax bi kefen dikare vegere. Qedera te çibe tê bikişînî" hemû deriyan li ser wê girtin. Lê N.E. li hemberî çerxa tundiyê cesaretê xwe kom kir, zarokên xwe jî girt û ji xwe re jiyanek nû avakir.
N.E di 17'ê saliya xwe de zewici û nezî 11 salan rastî tundiya hevserê xwe hat. Dema ku malbata xwe re behsa tundiyê dikir jî rastî gefa ''Kesên bi bukanî ji malê derkeve encax bi kefen dikare vegere '' hat. N.E ji bo zarokên xwe bi salan li hemberî tundiyê li ber xwe da lê heri dawî cesareta xwe kom kir û ji malê revî. N.E. niha ji bo xwe jiyaneke nû avakiriye bangawaziya wê jî bo jina ew e ku tundiyê qebul bikin.
N.E nikaribû kesî bigre mala xwe, her wiha hevserê we jî nedihîşt ku ew derkeve derve. N.E. tiştên jiyandine wiha vegot: " Ez her roj rastî tundiya hevserê xwe dihatim. Nedihîşt ku ez derkevim tû cihî. Min nikaribû mêvanek vexwenda malê û hevalên xwe bidîtama. Qet li zarokan mêze nekir. Ez neçar mam ku 11 salan min jiyana xwe bi wî re derbas kir. Hevserê min jin wekî mirov nedîdît û digot " Jin divê îtaetê meran bikin, jin xwarinê ji bo mêrê xwe çêke, paqijiyê bike û divê jin ji gotina mê rê xwe dernekeve"
'Malbata min ez şandin ku ez tundiyê qebul bikim'
Malbata N.E. daxwaza wê ya hevberdanê nepejirand û gotin "Di çanda me de hevberdandin tuneye" û ew disa şandin ba hevserê wê yê îşkencekar. N.E. wiha axivî: "Malbata min ez cardin şandim ba hevserê min ku ez wê tundiyê bipejirînim. Min nedixwest ez jiyanek wisa de bijîm lê malbata min, min qebul nekirin.
'Ez tundiya qedera jinê qebul nakim'
N.E ya xwedî 3 zarokên keç e diyar kir ku ji bo tundiya min ditîye zarokên min nejîn ez ji malê reviyam. Lewre zarokên min her roj dibûn şahîdê tundiyê. Hemû kesan ji min re digotin "Dayik û bavê me jî tundî dîtine tu jî ber xwe bide,wisa hatiye dê wisa biçe" civak tundiye mêran wek qedera jinê nîşan didin lê ez vê yekê qebul nakim. Dema jin bixwazin dikarin li hemberî mêra derkevin û jiyana xwe ava bikin.
'Min koletî qebul nekir'
N.E axaftina xwe wiha domand "Divê jin koletiya mêran qebul nekin û karibin serî rabikin. Ez wekî jinekî li kolana mam, min gelek zehmetî kişand û dîsa jî dikşînim. Li gorî nêvanga tundiyê ez xwe niha baş dibinîm. Dive em jin bigîhijin hevdi û ji bindestiya mêran re bibêjin 'Na' ''
(pk/ch)