Zahide ya tîmarker li konbajarê bi tenê xizmetê dide

11:13

Berîtan Elyakut/JINHA

RIHA - Zahide Sağduni ya li konbajara Arîn Mîrkan de wek tîmarker dixebite anî ziman ku heta malbatek jî li vir be wê xizmetê bide. Zahîde diyar kir ku piştî hemû kesî bi rê bike ew ê jî biçe welatê xwe û li wir peywira xwe ya tendûristiyê bidomîne.

Gelê Kobanê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yê 15 Îlon 2015'an de neçar man ku axa xwe biterikînin hatin navçeya Pirsûs a Rihayê û li konbajaran de bi cîh bûn. Dema rizgarkirina Kobanê hate îlankirin veger jî destpêkir û niha zarok û kesên extiyar heta temamkirina ji nû ve avakirina Kobanê di konbajaran de dimînin. Zahîde Sagdûnî jî dema dagirkirina Kobanê hat Pirsûsê û li vir ji bijîşkan perwerde dît. Zahîde niha di konbajara Arîn Mîrkan de ji 88 malbatan re xizmeta tendûristiyê dide.

'Piştî hemû kesan bi rê kir dê biçe'

Zahîde da zanîn ku piştî hemû kesan bi rê bike ew ê jî vegere Kobanê. Zahîde bilêv kir ku bijîjkan heftê carê ji bo kontrola tendûristiyê dihatin û wê gavê ji bo rewşên lezgîn komek ji 14 kesan perwerde kirine û koma tendûristiyê ava kirine. Zahîde jî di nava wê komê de cih girt û niha di konbajara Arîn Mîrkan de bi tenê xizmeta tendûristiyê dide gel û ew jî wek hemû kesên din daxwaza vegera li welatê xwe dike.

'Piranî zarok û extiyar nexweş dikeve'

Zahîde da zanîn ku di konbajaran de wek berpirsyarê tendûristiyê dixebite û diyar kir ku li kampê herî zêde zarok û extiyar nexweş dikevin û bi gazinca agirê bilind, şekir, ( dîyabet), tansîyon tên ba wê. Zahîde anî ziman ku di mehên zivistanê de nexweşiyên sermayê pir pêş dikeve û got: ''Em heta bijîk were mûdaxaleya ewil dikin û piştre alîkariya bijîşk dikin''

'Li Kobanê jî ez ê peywira xwe bidomînim'

Zahîde destnîşan kir ku berê bi koma tendûristiyê re her roj li konan digeriyan lê niha bi tena serê xwe maye û wiha axivî: '' Êdî welatiyên di konande dijîn dema nexweş dikevin tên ba min û ez jî li gor nexweşiyên wan derman didim wan. Zarok ji ber germahiya zêde niha nexweş dikevin. Ez jî heta ji destê min tê alîkar dibim û dema biçim Kobanê jî ez ê peywira xwe li wir jî bidomînim. '' Zahîde anî ziman ku dema amadekariya çûyina Kobanê dikirin komkujiya 25'ê Puşberê pêk hatiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Ji dûrî welatê xwe dilşadiya me jî pêk nayê û ji bo me wateya rojên cejnê jî tune ye. Baweriya me ew e k udi demek nêz de avakirina Kobanê pêk were û em jî vegerin ser axa xwe.''

(ch)