'Sinor yê dewletê be jî ev ax yê Kurda ye'
12:10
Sarya Gozûoglu - Berîtan Elyakut / JINHA
RIHA - Jina bi navê Resmî Temo ya ji ber êrîşa DAÎŞ'ê ya 25'ê Pûşberê de li Kobanê pêk hat derbasî Pirsûsê bû ji bo vegera welatê xwe roj dijmêre. Resmî wiha axivî: '' Em her roj rastî êrîşa tên û cenazeyan defin dikin. Em ji bûyera Şengalê tirsiyan ku li Kobanê jî pêk were an me welatê xwe nediterikand.''
Resmî Temo a endamê Yekitiya Starê ye û ji roja ewil heta niha di şoreşa Rojava de cîh girtiye anî ziman ku piştî meha Kewçerê ya 2014'an ku şerê Kobanê bi dijwar bû derbasî navçeya Pirsûsê ya Rihayê bû. Resmî Temo ya piştî rizgarkirina Kobanê dîsa çû welatê xwe bi komkujiya 25'ê Pûşberê ya hemberî Kobanê pêk hat cardin hat Pirsûsê û niha li benda roja vegera welatê xwe ye.
'Me dengê ''tekbîr'an bihîst me fêm kir ku DAİŞ ketiye gund'
Resmî Temo ya niha tevî zarokên xwe ve li Konbajara Arîn Mîrxan dimîne roja 25'ê Pûşberê wiha anî zîman: '' Me sahûra xwe kir, seat di navbera 04.30'an de bû dengê çekan hat. Me got ji bo rizgarkirina gundan YPG/YPJ pîrozbahî dike. Piştre dengê 'tekbîr' an hat û me fêm kir ku DAÎŞ ketiye gund. Her çar aliyê riya Kobanê bi çekên giran girtibûn kut û kes nikaribe bireve. Tenê li gundê me yê Helincê 50 kes hate kuştin.''
'Di her malekî de şehîdek heye'
Resmî bûyera ku jiyandiye wiha vegot: '' Cîranek me hevserê xwe, bûka xwe û tevî nêviyên xwe xwest bi maşîneyê bireve lê haya me kesî ji girtina rê tûne bû. Çeteyan jina ciwan û keçika wê dan ber gûleyan. Bi çekê li zarokan jî dan û mêrik jî di maşîneyê de kuştin û maşîneyê dan ber agir. Jina extiyar 10 rojan qet nikarîbû biaxiviya. Niha di her malekî de herî kêm şehîdek heye''
'Saat 04.00'e doğru DAİŞ'i temizlendi'
Resmî da zanîn ku dema êrîş pêk hatiye agahî dane hêzên YPG/YPJ'ê û wan jî gotine ' Ji mala xwe dernekevin û deriyê xwe bigrin.' Resmî axaftina xwe wiha domand: '' Hevalan heta seat 04.00'an gund ji çeteyan paqij kirin û me birin cihekî ewlehî lê rojek şunde çeteyan cardin li ser gundê me girtin û lî vir şervanek YPG'ê şehîd ket. Gelek cenazeyên DAÎŞ'ê jî li erdê bûn.''
'Em Kobanê bernadin'
Resmî da xuya kirin ku xeyala wan a herî mezin rizgarbûyina Kobanê ye û got: ''Kobanê axa kal û pîrên me ne. Em tû varî Kobanê bernadin.'' Resmî bilêv kir ku 3 salên nava şer de pir zehmetî kişandine û li Kobanê ketibûn xeleka dijmin û tû tiştek tûnebû ku bixwin an vexwin lê dîsa jî dev jî Kobanê bernadin.Resmî axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Tiştek hêsan û bê ked tûne ye. Em her roj rastî êrîşa tên û cenazeyan defin dikin. Em ji bûyera Şengalê tirsiyan ku li Kobanê jî pêk were an me welatê xwe nediterikand.'' Resmî da zanîn ku piştî ji Kobanê derketine jî di navbera DAÎŞ û leşkerê Tirkiyê de mane û got: '' Em dizanin ku li vir xwîşk û birayên me hene. Her çiqas sinor yê dewletê be jî ew der axa me ya Kurda ye.''
(ch)