2. emîn Kampa feminîstan Vegan destpê dike

11:06

Ceren Karlidag/ JINHA

MÊRSîN - Nursel Demîr a sazkera kampa feminîstan a Veganê ye anî ziman ku hevdîtina li Akkuyu li hember projeya santrala nûkleerê seknekî diyar dike û em ê li vir ji bo hemû zindeyan parastina jiyan û azadiyê bikin.


Li Mêrsîn Akkuyu bi şîara '' Li hember çewisandina mêrî,karnîst em jiyanek hevpar û alternatîf bi hev re ava bikin.'' 2. emîn Kampa feminîstan Vegan di 24-26 Tîrmehê de dest pê dike. Li kampê di serî de mijarên wek mirov, ajal, jin, şaristanî û cureyên feminizmê, niqaşên nû ya li ser feminîzmê tê kirin dê were nîqaşkirin. Her wiha kampa Vegan ji bo kesên ne vejeteryan bin û femînîzma veganê miraq dikin û ji mêrên trans re jî vekiriye. Nursel Demîr û Ezgî Bûlan a sazkarê kampê ne der barê kampê de agahî dan.


'Ev têkoşîn him rojane ye, him jî polîtîk e'

Ezgî der barê feminîzma Veganê de axivî û vê teoriyê wek li hember dagirkeriya baviksalarî û navendiya mirovî têkoşînek hevpar pênase dike. Ezgî wiha axivî: '' Ev têkoşîn him rojane ye, him jî polîtîk e. Lewre mêr li ser jina û kesên ku 'mêr nabîne' dagirkeriyê pêk tîne. Tevî vê dagirkeriyê em jî wek ajalan tên vederkirin.''

' mêrtî bi nêçirvanî û bi qatlîaman hatiye ava kirin'

Ezgî da zanîn ku mêrtî bi nêçirvanî û goşt xwarinê û bi qatlîaman hatiye ava kirin û wiha berdewam kir: '' Armanca têkoşîna me li hember zîhnîyeta mêrên serdest ê xwe li ser her tiştî dibînin û xwe dixin navenda hemû zindiyan e.''

'Femînîzma Veganê bila were nîqaşkirin'

Nursel Demîr anî ziman ku koma feminîstên Veganê ya li ser medyaya civakî û maîlê heye û da zanîn ku li Tirkiyê xebatên wan belavkiriye. Nursel axaftina xwe wiha domand: '' Em li her derê ne. Dî 8'ê Adarê, 1 Gûlanê û 25 Mijdarê de li taxan em di çalakiyan de ne. Her kes li bajarên xwe xebatê dimeşîne. Em di hereman de xwe bi rêxistin dikin. Em atolyeya vedikin û feminîzma Veganê nîqaş dikin. Feminîzma Veganê divê di platforman de jî were nîqaş kirin. Ji ber vê jî dû salê em kampa Veganê amade dikin.''

'Ji bo hemû zindiyan parastina jiyan û azadiyê dikin'

Nursel anî ziman ku hevdîtina li Akkuyu li hember projeya santrala nûkleerê seknekî diyar dike û em ê li vir ji bo hemû zindeyan parastina jiyan û azadiyê bikin.

(ch)