Jin li Wêranşarê mala çanda gundan ava dikin

09:15

Bêrîtan Elyakut/JINHA

RIHA - Şaredariya Wêranşarê, ji bo bajarekî jinê ava bikin zend û bendên xwe badan. Ji bo astengiyên li pêş jiyana jinan a aborî, civakî û tevlîbûna jiyanê derbas bikin, mala jiyanê, bazar û kreş hatin avakirin. Şaredarî, ji bo dema pêş, dê ji bo jinên gundan malên çanda gundan ava bikin. Hevşaredara Wêranşarê Fîlîz Yilmaz, anî ziman ku êdî jinên navçeyê dê bêjin 'Em jî hene'.

Li navçeya Wêranşarê ku bandora kevneşopiya feodalî hikum dike, jin dibin xwedî vîn û bi hêzek mezintir tevli jiyanê dibin. Hevşaredara jin a Wêranşarê bi xebatên nû hewl dide ku rengê bajar biguherîne û bêtir rengê jinê serdest bike. Şaredarî ji bo bêtir jinê tevli qada civakî, aborî û hemû qadên jiyanê bike, ji bo jinên gundan projeyên nû ava dike. Li navçeya Wêranşarê ji bo jinan navendên jinan, malên jinan û kreş hatin avakirin û niha xizmetê didin jinan. Dê di demên pêş de jî ji bo jinê gundan bêtir tev li jiyanê bikin dê mala çanda gundan ava bikin. Jin dê pêşengiya vê projeyê bikin. Şaredarî armanc dike ku li Wêranşarê bêtir reng û vîna jinê serdest bike û bike bajara jinê. Hevşaredara Wêranşarê Fîlîz Yilmaz, anî ziman ku wê di hilbijartina rêveberiya herêmî de soz daye ku dê bi jinên Wêranşarê re têkoşîn û meşa xwe berdewam bike. Fîlîz Yilmaz, da zanîn ku niha gav bi gav van sozên xwe pêk tînin.

'Her malek zindanek e'

Fîlîz, destnişan kir ku wan di bin baneyê Şaredariyê de Lijneya Jinan û Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ava kirine û wiha got: "Ji bo di şaredariyê de jin bêtir çalak cih bigirin, em li ser nûnertiya wekheviyê xebatê dimeşînin. Piştî pergala hevşaredariyê di qada jiyanê de jî gav bi gav wekhevî pêş dikeve. Li wêranşarê kevneşopiya feodal serdest e. Ji ber vê yekê derfetên jinan pir kêm in. Lê em bi têkoşînê van astengiyan ji holê radikin. Ji bo jinan her malek zindanek e. Ji ber vê yekê em pêdivî dibînin ku êdî jin derkevin dervê vê zindanê. Ji bo em jinan ji malê derxin me xebatên xwe zêde kirin. Em bi jinan re dem dem kom dibin û li ser rol û rista jinan di axivin. Ji bo vê yekê me atolye ava kirin. Di van atolyeyan de nerînên girîng derdikevin holê."

'Jin berhemê çandiniyên xwe li bazarê difiroşin'

Fîlîz, destnişan kir ku di salek dawî de wan navenda jiyana jinê ava kir û li vir jin berhemê çandiniyê xwe bi destê xwe li bazarê difiroşe. Filiz, anî ziman ku wan di xebatê de xwe gihand nêzî hezar jinan û jinan di qada civakî, aborî û jiyanê de pêşniyarên xurt kirin. Fîlîz, bi lêv kir ku wan kooperatifa jinan ava kir û niha 10 jin li nava zeviyên xwe de çandiniyê dikin û berhemên xwe bi destên xwe difiroşin.

'Em dê vekirina kreşan bidomînin'

Fîlîz, destnîşan kir ku xwedîkirin û mezinkirina zarokan ji bo jinan û dayikan astengiya herî mezin e û ji bo jinan her malek zindanek e. Fîlîz, bibîrxist ku ji ber mezinkirina zarokan pir zahmet e, şaredariyê ji bo mezinkirina zarokan kreş vekirin û dê vekirina krêşan zêde bikin û wiha berdewam kir: "Niha li krêşan 65 zarok perwerde dibinin. Ji bo jin çalaktir beştarî qada civakî bibin em dê hêjmara kreşan zêde bikin. 65 zarok bi zimanê zikmakî perwerde dibînin. Her wiha 65 jin jî tev li qadê civakî dibin." Fîlîz, bilêv kir ku ji bo jinan tev li qada aborî bikin jî xebatên wan hene û dê qada ku ji 40 dikanan pêk tê qadekê ava bikin û jin dê li van dikanan berhemên xwe yê destan bazar bikin.

'Em dê malên çanda gundan ava bikin'

Fîlîz, anî ziman ku wekî jinên Rêveberiya Herêmî dê ji bo jinên gundan malên çanda gundan ava bikin û jin dê li van malan çalaktir tev li qadên jiyanê bibin. Fîlîz, diyar kir ku ew armanc dikin ku li 30 gundan malên çanda gundan ava bikin û hemû jinên li gundan tevli xebata van malan bikin. Fîlîz, daxuyand ku jin dê li vir fêrî nivîsandin, xwendine bibin û xwe bi xwe perwerde bikin. Fîlîz, bilêv kir ku dê bi van xebatan jin êdî li Wêranşarê bêjin 'em jî hene'

(mae/ch)