Li Edenê newekheviya navbera taxan dibe sedema pirsgirêkan

14:10

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Li Taxa Kûçûkdîllî ya Edenê jin ji ber ku Şaredariyên MHP'ê derman navêje taxa wan gazinca kirin û dan zanîn ku şaredarî di navbera taxan de newekhevîyê dike.

Li Taxa Kûçûkdîllî ya girêdayî navçeya Seyhan a Edenê ye ji ber ku di germahiya havînê de dermakirin nayê kirin tax di bin meşan de maye. Jinên taxê anî ziman ku riya şaredariyê bi taxê wan nabe û çopên wan nayê top kirin. Jinan diyar kirin ku Şaredariya bajara Mezin a MHP'ê newekheviyê dixe navbera taxan.

'Em ji mêşan aciz bûn'
Ji nişteciha taxê Yûksel Tan li hemberî newekheviyê bertek nîşan da û got: '' Em êdî ji mêşan bêzar bûn. Em êdî naxwazin havin were. Zarokên me ji ber mêşan çend car e nexweş dikevin. Ji ber ku em Kurd in şaredariyên MHP'ê newekheviyê dixin navbera taxan.''

'Zaroka nû çêbûye nexweş e'
Kevser Çelîk jî anî ziman ku ji tendûristiya zarokên xwe bi fikar e û wiha berdewam kir: ''zaroka min a nû çêbûye ji ber mêşan nexweş ket. Heyfa wan bi zarokan jî nayê, ev edalet e? ew di malên bi klîma de dijîn rewşa merivên xizan ne xema wan e.''

' Di fitar û sahûran de em nizanin çi dixwin'
Hatîce Topal jî di der barê mijarê de axivî û da zanîn ku berê jî xizmet kêm bû lê ji dema şaredarên MHP'ê heta niha qet xizmet nayê kirin. Hatîce axaftina xwe wiha domand: '' Ji ber mêşan em fitar û sahûra xwe çawa dikin nizanin. Heger bi vî awayî berdewam bike dê nexweşî belav bibe.''

' Derman ji berîka wan diçe?'
Nûrşen Gûnsel jî bertekên xwe yên hemberî şaredariyê nîşan da û got: '' Perê dermanan qey ji bêrîka wan diçe? Bi baceyên me wê bidin lê wê jî nakin, kêfî nêz dibin. Em vê nêzîkatiyê napejirînin.''

(ch)